Dayikên Şemiyê: Bila Çîler û Agar bên darizandin 2019-06-01 14:42:10 STENBOL - Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta windayan berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta karsaz Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay pirsîn. Hevjîna Buldan Pervîn Buldan, got “Em faîlan dizanin." Keça Yildirim Leyla Yildirim jî got: “Hêj em faîlan temaşe dikin û bi wan re di nava hewayekê de jîn. Bila Çîler û Agar bên darisandin."  Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin di hefteya 740’an de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê Dayikên Şemiyê dîsa rastî dorpêç û qedexeyê hatin. Polîsan disa destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Piştî astengiya polîsan Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan li kolana pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û daxuiyanî dan. Dayikan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Dayik û xizmên windayan dîsa berdilkên ku wêneyên windayan û nivîsa "Kujer diyar in, bila winda bên dîtin" nivîsandibûn li xwe kirin. Dîsa qurnefil xistin destê xwe û pirsa windayan kirin. Di çalakiyê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî û parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy, Huda Kaya, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu amade bûn.    Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta karsazên di sala 1994'an de dema ji otela Çinar aYeşîlkoyê derketin hatin windakirin û 2 roj şûnde cenazeyên wan hatin dîtin. Piştre aqûbeta karsaz Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay di girtekên dadgehê de navê wan wekrî “Lîsteya Sarsazên Kurd ên bên Kuştin" hatibû nivîsîn pirsîn.    ‘QET QALA REFORMê NEKIN'   Vê hefteyê keça Fehmi Tosun Besna Tosun daxuyanî da. Tosun got: “Em ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacı Karay edaletê dixwazin. Serokê AKP’ê Erdogan  qala “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" kir. Emê hewl bidin ku hemû saziyên dewletê ji bo pêkanînên ku azadiyê asteng dike bikin rojev. Em vê tabloya ku Serokomar xêz kiriye najîn. Em di pêvajoya ku em aqûbeta windayan nizanin de dijîn. Em bang li Serokomar dikin, pêdiviya me bi vê paketa darazê tune ye. Pêdiviya me bi edaletek rast heye. Divê mafên mirovan têkevin meriyetê. Em bang dikin ku daxwazên me yên makeqanûnê yên ji bo heqîqet û edaletê pêk bînin. Gava ewil bavêjin. Polîs, cop, mertal û TOMA'yên li ser me rakin. Qedexeya li ser Qada me ya Galatasarayê ku em bi windayên xwe re tên cem hev rakin.    Tosun, bal kişand ser lêgerîn û têkoşîna ji bo Karay, Buldan û Yildirim parve kir û wiha got: “Di hefteya me ya 740’an de em dîsa bi bê hiqûqî û bê edaletiya berê ve rû bi rû ne. Navê wan di girtekên dadgehê de wekî "Karsazên Kurd ên bên Kuştin" derbas dibe. Di ser windakirina Savaş Buldan, Adnan Yıldırım û Hacı Karay re 25 sal derbas bû. Saet di 4.30’ê 3'ê Hezîrana 1994'an de, karsaz Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay li otela Çinarê ya Yeşîlkoyê derketin hatin windakirin piştre cehazeyên wan hatin dîtin. Di sala 25'emîn de carek din em daxwaza ‘Em dizanin ew di bin çavan de hatin windakirin. Em kujerê wan jî dizanin. Em edaletê dixwazin. 41 hefte ye qada windayan qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Em ê dest ji vê qadê bernedin."    BULDAN: DÎWAR Û BEND DANÎN PÊŞ ME   Piştre Hevjîna Savaş Buldan û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku di nava 25 salan de deriyê wan lê neda tune û wiha got: "Me li her cihî pirsî. Me li her deri da. Lê di vê serdemê de tenê tiştek derket pêş me. Ew jî dîwarên bilind derketin pêş me. Pergala ku guhên ker, çavên kor derketin pêş me. 25 salin ji bo kujerê Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yıldırım bên dîtin û darizandin çi ji destê me hat me kir. Ne tenê malbatê, hemû Dayikên Şemiyê, hemû kesên li Tirkiye edalet û hiqûqê dixwazin ketin nava hewldanan. Mixabin heta niha edaletê cihê xwe nedîtiye. Ne tenê di salên 90 û 95’an de, mixabin îro jî cînayet li Tirkiye berdewam dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin carek berî carekê winda bên ditin û kujer bên darizandin."    ‘WÊ TOLA ZELAL, HELÎN Û ENES LI ERDÊ NEMİNE'   Buldan, bal kişand ser belfeyê reforma darazê jî û wiha bi dawî kir: "Divê meseleya windayan û înfazên bê daraz di nava vê belgeyê de cih bigire. Divê di vî milî de civakê rehet bikin. Em malbat wê vê têkoşînê berdewam bikin. Ji ber ku em dizanin heyfa bavê Zelal, Helin û Enes li erdê namîne." Kurê Hacı Karay Enes Karay jî axivî û got: "Em edaletê dixwazn"    BILA ÇÎLER Û AGAR BÊN DARIZANDIN     Keça Adnan Yildirim Leyla Yildirim jî axivî û wiha got: “Dayik û bavê me yên peqrewan ê ku me qemîş nekir em destê xwe bidin bi îşkenceyê kuştin. Em zarokên wan bi salan di rûpelên medyayê de li bedana wan a bê can nerîn û mezin bûn. Niha em û kujer li qadekê û di nava hewayekê de dijîn. Em li wan temaşe dikin ew serbest tev digerin. Serokomara berê Tansu Çiller Serçeteyên wan Midûrê Polîsan ê Stenbolê yê berê Mehmet Agar divê bên darizandin û cezakirin. Em Dixwazin Çîller û Agar bên darizandin. Em bang li her kesî dikin ku di sersala 25'emîn de em bi hevre biçin ser gora Yildirim, Karay û Buldan û wan bibîr bînin "