'Ji Dadgehên Parastina Gel darizandin: Tolhildan ji bo qelsan e 2019-06-01 13:50:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Jane Arraf darizandina endamên DAÎŞ'ê ya li Dadgehên Parastina Gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsand. Arraf di sernavê nîvîsa xwe de cih da gotina "Tolhildan ji bo qelsan e" ya dadgera jin Amîna.  Nûçegîhanê malpera nûçeya NPR'ê ya li Amerîkayê weşanê dike Jane Arraf, çawa darizandina endamên DAÎŞ'ê ya li Dadgehên Parastina Gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsand. Arraf di nivîsa xwe ya bi ser navê "(Tolhildan ji bo qelsan e) dadgehên kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi qebûlkirina dozên DAÎŞ'ê kirin" de şahidiya darizandina endamê DAÎŞ'ê Mahmûd Amîr a dadger Amîne dike.    Nivîsa Arraf ku têde qala sarbûna endamên DAÎŞ'ê ya ji ber darizandina xwe ya dadgerên jin dike wiha ye;   "Dadger Amîna a bi berçavk, por zer û dirêj fermana têketina endamê DAÎŞ'ê dide. Endamê DAIŞ'ê Mahmûd Amîr ê 22 salî ku terlik di pêyê wî de û tişortekî reş û dirêj lê ket hundir û li ser maseke dirêj ku 3 dadger li pêşt in rûnişt. Di destê wî de bandajê qumaş ê ku gardiyanan hê nû ji çavên wî vekiribûn heye.    Ev der dadgeheke bajarê Qamişlo ye. Herêm di sala 2012'an de ji destê hikûmeta Sûriyeyê derket. Ji wê demê ve ji aliyê tu dewletê ve nayê naskirin. Herêmê pergala adaletê ya li gorî şert û mercên mafên mirovan ên navneteweyî bi pêş xistiye. Ev rewşeke li herêmê kêm tê dîtin.    6 HEZAR KES LI BENDA DARIZANDINÊ NE   Dadgehên Rojava piranî sûriyeyî û hinek iraqî yên gumanbarên DAÎŞ'ê darizandin û mehkûm kirin. Hê 6 hezar jî li benda darizandinê ne. Piştî têkçûna DAÎŞ'ê niha hezar û 200 kes li Rojava di bin çavan de ne. Di rûniştina doza Amîr de dozgerek diyar kir ku Amîr piştgirî daye yek ji pêşengên DAÎŞ'ê Abu Fayâl ê iraqî. Amîr ku hostayê keviran e li herêma Dêra Zorê şer kiriye.    Dadger Amîna ku ji ber ewlehiyê dixwaze bi navekî bê nasîn ji Amîr dixwaze ku agihayan erê bike. Amîr bi awayekî aram bêyî ku bitirse dibersivîne. Dadger Amîna pirsên kîngê tevlî DAÎŞ'ê bûye? Çiqas pere qezenç kiriye? Çima teslîmê hêzên kurd û Sûriyeyê bûye? Û tiştek ji dadgehê dixwaze an na? ji Amîr kir. Amîr jî got ku dixwaze malbata wî jê re parêzerekî bigire.    Eywana dadgehê ya Amîna dema hikûmeta Sûriyeyê ofisa wezareta çandiniyê bûye. Her lîjneyeke edlî ji 3 dadgeran pêk tê. Ji ber baldariya wekheviya zayendiyê di her rûniştinê de dadger jin û zilam cih digirin.    Ew roj, Amîna ji rûniştina Amîr re serokatiyê dikir işlikekî spî ku li ser perperok hebûn li xwe kiribû. (Dema DAÎŞ'ê de ev kince sedema qamçîkirinê bû)    DAÎŞ'Î ŞAŞ DIBIN   Hin endamên DAÎŞ'ê ji ber mehkûmbûna xwe ya ji destê jinekê matmayî dibin. Dema xelîfetiya wan rola jinê ya bi sînor hebû û heta ku xizmekî zilam ên jinê pê re derneketa jin nikaribû derkeve derve. Li gorî bîrdoziya DAÎŞ'ê; destûr nayê dayîn ku zilamekî ne xizmê jinê be li jinê binêre.    Amîna, "Hin ji wan dema dengê jinê dibihîzin li ber xwe dinêrin. Ez jî wan re dibêjim, 'Ez bi te re diaxivim, serê xwe rake li komîteyê binêre." Amîna diyar dike ku hempîşeyeke wê jê re gotiye ku endamên DAÎŞ'ê weke Quran wed dike difikirin ku dê bi gelek jinên xweşik re biçin bihiştê. Amîna bi ken dibêje ku lê li şûna vê me dibînin.   DADGEHÊN GEL    Dadgera 47 salî li Helebê hiqûqê xwendiye. Beriya ku sala 2011'an şerê navxweyî dest pê bike xebatên pratîk ên hiqûqî dike. Ew û parêzerên din, piştgirî dan avakirina pergala Rojava ya sosyalîst û laîk. Pergala qanûnî qanûna şareza ya Sûriyeyê dihewîne nav xwe. Lê garantiya mafê jinê heye. Bi navbeynkariya "dadgehên gel" li şûna ceza çareserî rêber tê girtin.    Rêveberiya kurd dema ku li Rojava pergala adaletê da avakirin, dadgehên temyîzê vekir, parêzerên parastinê ava kir û cezayê mirinê rakir. Cezayê ku ji Amîr re bê dayîn herî zêde 20 sal e. Amîna dibejê ku heke Bexdadî jî bê dîtin û bê darizandin dê ew jî herî zêde 20 sal ceza bigire.    Parêzer Khaled ku bi Amîna re serokatiya lîjneya rêveberiya kurdên Sûriyeyê dike û rûniştinên endamên DAÎŞ'ê kontrol dike dibêjê "Tolhildan ji bo qelsan e" Ji ber ku dadger û parêzer her tim gefên mirinê li wan tên xwarin nexwestin paşnavê xwe bidin.    Amîna da zanîn ku li Rojava îşkence qedexe ye.    Ji ber ku pergaleke cuda ya hiqûqê ava dikin hikûmeta Sûriyeyê dixwaze hemû dadger û parêzerên Rojava bigire. Ji bejahiyê ve dikarin serdana Herêma Kurdistanê ya Iraqê bikin lê ji ber ku pasaportên wan ên ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve tunene nikarin biçin derveyî welat.    NAXWAZIN LI WELATÊ XWE BÊN DARIZANDIN   Amîna, sala bûrî ji malbata xwe ya li Efrînê ku artêşa Tirk dagir kir cuda bû û hat Qamişlo. Piştî ku dozên li Qamişlo lêkolîn dike, ji bo ku pergala hiqûqî ya Rojava pêş bixe, hiqûqa navneteweyî lêkolîn dike. DAIŞ’ê berî 5 salan ji sêyan yekê Iraqê û Suriyeyê bi revê dibir. Hema bêjê ji hemû welatên cîhanê 30 hezar biyanî ji bo xîlafetê şer bikin hatin Sûriyeyê. Piraniya wan mirin.    Niha li Sûriyeyê ji hezar û 200 DAIŞ’iyên ne ji Îraqê, piraniya wan biyanî hene. Hemû jî ji Ewropa û Bakûrê Afrîkayê hatine. Piraniya hikumetan naxwazin welatiyên wan li wealtên wan bên darizandin û ji ber vê paşvegirtina wan red dikin.    Welatiyên hin welatên mîna Îngiltere yên tevlî DAIŞ’ê bûyîn, welatîbûnên wan betal kirin û hêzên ewlekariya Sûriyeya Kurd ew binçav kirin. Li Iraqê roja Yekşemê, hêzên Sûriyeya Kurd ku hin DAIŞ’î teslîm kiribûn, ji bo 6 welatiyên Fransa yên DAIŞ’î biryara mirinê da.       Welatiyên Fransa li Sûriyeyê tevlî DAIŞ’ê bibûn, lê ji ber sûcên li Îraqê kiribûn hatin cezakirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên dibin serweriya DYA de, wisan bawer dike ku transfer kiriye. Fransayê jî cezayê mirinê li welat qedexe kir, lê dadgehên Iraqê, rayeya darazê dinase.    Yek ji DAIŞ’iyên Fransizî yê binavê Kevîn Gonot, li dadgeha Iraqê, diyar kir ku ji ber ku ne li Fransayê bû û tevlî rêxistina terorê bûye, 9 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Lê dadgeha Iraqê ew mehkûmê darvekirinê kir.     DAIŞ’iyek din ê ji Fransayê, ji dadger re îtîraf kir ku rastî îşkencê hatiye, li ser mil û pişta wî şopên birînê hene.    DADGEHA SUCÊN ŞERÊN NAVNETEWEYΠ   Amîna, diyar kir ku rayedarên Kurdên Sûriyeye êdî DAIŞ’iyên li Iraqê naşîne Iraqê û wiha got: “Komek teslîmî wan hat kirin. Lê mixabitin hikumeta Iraqê ew darve kirin. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin û me îadeyên wan rewestandin.”    Rayedarên Rojava, ji bo DAIŞ’iyên sûc kirine dixwaze dadgeheke sûcên şer a navneteweyî bê avakirin û dibêje DAIŞ pirsgirêkek navneteweyî ye û divê li gorî pergala edaleta welatên şerên navneteweyî bên darizandin.    Îsveç ji bo dadgehek bicihbûyî ya li Iraqê bi mutefîkên Ewropayê re hevdîtinê dike.    Abdula Karîm Omer jî ku yek ji berpirsiyarê karê derve ya rêveberiya Rojavaye, wiha dibêje: “Sûc li vê herêmê pêk hatin, şahid û delîl li vê herêmê çêbûn û ji ber ku li vê herêmê hatin girtin, ew mafê me heye ku em daxwaza hiqûqa navneteweyî bikin.”   Lê, ger dadgeheke sûcên şerê navneteweyî ji bo dozên DAIŞ’iyan bê avakirin jî û ev yek li Rojava pêk were, astengiyên cîdî hene.   DIXWAZIN XWESERIYA XWE AVA BIKIN   Kurdên Suriyeyî, diyar dikin ku ew armanca nakin ku dewletek serbixwe ava bikin û dixwazin dinava pergala Suriyeya federal de xweseriya xwe ava bikin. Lê hikumeta Sûriyeyê heya niha, derbarê statuya herêmê de tu hevdîtinên girîng nekirine.    Hin welatên ku dadgeha navneteweyî qebûl dikin, dixwazin meşrûiyeta rêveberiya xweser a Kurdan bê qebûlkirin. DYA û hin welatên Ewropa fikarên wan hene ku girêdanbûna partiya siyasî bi PKK’ê re heye. Ji ber vê hinek bi guman tevdigerin.    Parêzer Khaled, anî ziman ku ew baş dizanin ku daxwaza avakirina dadgeah navneteweyî pir zore û wiha got: “Lê alternatîke me ya cuda tuneye. Mînak em dixwazin dinavbera hêzên me û koalîsyonê de dadgekek hevpar bê avakirin.” Lê ev jî ji ber statuya qanûnî ya rêveberiya Rojava rastî astengiyên cîdî tê.   Hêzên Kurdên Suriyeyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de piraniya wan Kurd 11 hezar şervanên xwe winda kirin. Ligel vê yekê, ji bo herêmê pişta xwe neda siyaseta navneteweyî. Amîna, got: “Dozên edlî û qanûnî, bi dosyeyên siyasî ve girêdayî ye. Xwesertiya me civaka navneteweyî, li dijî terorîzmê parast. Lê mixabitin, pergalên siyasî yên navneteweyî û hikumetên heyeî, nexwazin me nas bikin.”    'EMÊ ERKA XWE BI CIH BÎNIN'   Li vê derê li gel derfetên kêm jî, rayedarên Kurd, dariznadina DAIŞ’iyan dewam dike. Amîna da zanîn  ku laboratuvara wan a tipa edlî tuneye û wiha bilêv kir: “Ji ber ku em nikarin şopên tiliyan bigirin, em nikirin analîzên DNA jî bikin.”    Amîna li gel vê jî dibêje, baweriya wê bi aştiyê tê û wiha dawî li axaftina xwe anî. Êdî em fêrî rewşa şer bûne. Li Efrînê, ew fêrî dengên helîkopter, balafirên F-16 û guleyên topan bûn. Em bê parastin dijîn. Ev pir bi rîske, lê emê van terorîstan bi darizînin û erka xwe bi cih bînin.”