Li malê dermankirina xwe didomînin 2019-06-01 13:15:41   STENBOL - Çalakgerên greva birçîbûnê Vedat Hesass, Abdullah Algan, Tuncer Saglam û Îhsan Sinmîş ên li dijî tecrîdê li malê çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikirin, piştî dawî li çalakiyê anîn tedawiya xwe li malê berdewam dikin. Hesass, anî ziman ku tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe.    Çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li malê çalakiya xwe berdewam dikirin, piştî çalakî bi dawî kirin, li malê tedawî dibin. Vedat Hesass ê 131 rojan û Îhsan Sinmiş ê 87 rojan di grevê de man, piştî dawî li çalakiyê anîn rakiribûn Nexweşxaneya Çapa û li wir hatin dermankirin. Piştî dermankirina wan a ewil qediya, niha li malê tedawiya xwe berdewam dikin. Hesass, ku li gorî lîsteya diyetê tedawiya xwe berewam dike hefteyê 2 rojan diçe kontrolê. Hesass anî ziman ku ji bilî lîsteya diyetê tiştekî din naxwe û di milê fîzîkî de baş e. Hesass, anî ziman ku hewl dide ku êdî li gorî tempoya jiyana rojane tev bigere. Hesass, destnîşan kir ku ew pêvajoyê dişopîne û wê di her qadê jiyanê de bibe perçeyekî toşînê.    Îhsan Sinmiş jî anî ziman ku dermankirina xwe li malê berdewam dike û rewşa tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe.