Li Îdirê şer: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan 5 esker birîndar bûn 2019-06-01 11:55:47 ÎDIR - Li ser sînorê Îdir û Îranê şer derket. Di şer de 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan û 5 esker birîndar bûn.  Li ser sînorê Îran û Îdirê di navbera HPG’ê û eskerên derketin operasyonê de şer derket. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê yên ewil di şer de 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan û 5 esker jî birîndar bûn. Eskerên di şer de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên derdorê. Piştî şer eskerên din sewqî herêmê kirin û operasyon didome.