Girtiyên ku birin jêrzemîna nexweşxanê tedawî red kirin 2019-06-01 11:23:04 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, girtiyên di gerva birçîbûnê de bûn, piştî dawî li çalakiya xwe anîn sewqî nexweşxanê hatin, lê ji ber ku girtî birin jêrzemîna nexweşxane ya şertên wê pir xerab bû, tedawî red kir.   Muameleyên xerab û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 26’ê Gulanê de dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûn û rojiya mirinê anîn her roj zêdetir bibin û bûyerek din derdikev holê. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, girtiyên dawî li çalakiya xwe anîn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Menemen hatibûn kirin. Hat diyar kirin ku girtiyên birin jêrzemîna nexweşxanê ya şetên wê pir xerab bû, tedawiya li vê derê red kirin. Dayika Yigît Uste (18) Songul Uste a çu hevdîtina kurê xwe, tiştên ku kurê wê jêre gotin parve kir.    LI GIRTÎGEHÊ FÊR BÛ   Dayik Usten, bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: “Piştî ku kurê min û 6 hevalên wî dawî li çalakiya xwe tînin, di 27’ê Gulanê de radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Lê wan dibin jêrzemîna nexweşxanê û ji wan re tê gotin ku dê li vê derê bên tedawîkirin. Ji ber jêrzemîn dinava avê de ma bû û tuwaletên wê pir qirêj bûn, kurê min û hevalên wî ji ber fikar û rîska enfeksiyonê, mudaxileya bijîşkî red dikin, neçar dimin ku bêjin ew dixwazin li girtîgehê bên dermankirin. Kurê min piştî çalakiya xwe qedant ez çûm hevdîtinê. Rêveberiya girtîgehê li gorî algoritmaya bijîşkan tevnagere û girîngiyê nade derman û xwarinên girtiyan.”    ‘SERKEFTINA DAYIKÊN LI BER XWE DAN LI ME HEMÛYAN PÎROZ BE’   Dayik Uste, da zanîn ku ew tim bi kurê xwe serbilinde û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di her şert û mercê de ez bi wî re me. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir. Heya dawiyê rêya wî vekirî be. Kurê min û hevalên wî silav ji dayikan re şandin. Serkeftina dayikên li ber xwe dan, li me hemûyan pîroz kirin. Weke malbatan dê dîsan çav û guhên me li girtîgehan bin.”