Li Amedê girtiyek sewqî nexweşxaneyê kirin 2019-06-01 11:04:50 AMED - Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, çalakgerê greva birçîbûnê ê bi navê Servet Kaya ku dihat tedawîkirin tabûrcî bû û girtiyek din ji bo tedawiyê anîn nexweşxaneyê.  Xebatên tedawiyê yên çalakgerên greva birçîbûnê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî kirin, didome. Ji 36 girtiyên ku ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa D a Amedê ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hatibûn kirin 35 girtî hatibûn tabûrcîkirin. Girtiyê bi navê Servet Kaya ku tedawiya didomiya jî îro tabûrcî kirin û şandin girtîgehê. Piştî şandina Kaya ya girtîgehê, tevdîrên ewlehiyê yên li qata 10'emîn a nexweşxaneyê hatin bidawîkirin û qat ji gel re hat vekirin.    GIRTIYEK DIN HAT NEXWEŞXANEYÊ   Piştî şandina Kaya ya girtîgehê, çalakgerekî çalakiya greva birçîbûnê yê girtî ku navê nehat hînbûn ji bo tedawiyê anîn nexweşxaneyê. Tedawiya çalakger li kogûşa girtiyan dan destpêkirin.