Bi salan e bi nanê li ser çopan debara xwe dike 2019-06-01 09:18:46 ŞIRNEX - Li Cizîrê, Şîrîn Ozdemîr ku 5 sal in bi nanê li ser çopan berhev dike debara malbata xwe dike ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.  Li navçeya Cizîr a Şirnexê, Şîrîn Ozdemîr zêdetirî 10 sal in ji bo debara xwe bike û ji bo zaroka xwe ya 15 salî bide xwendin têdikoşe. Ozdemîr (48), wexta zaroka wê hîn yek salî bûye hevjînê wê terka wan kiriye. Li servê Ozdemîr nêzî 7 salan li cem xizmên xwe dimîne. Wexta li cem xizmên xwe dimîne ji bo xebatê diçe bajarên rojavayê welat dixebite. Bi pereyê bi dest dixe û bi alîkariya xizmên xwe li Taxa Cûdiyê xaniyekî xirabe dikire, lê ji ber nexweş e û ji ber temenê xwe hew dikare biçe berhevkariya findiqan. Vê carê Ozdemîr, li hin malan dest bi karê paqijiyê dike. Lê piştî ev kar jî jê re giran tê vê carê li ser çopan amûrên berhv dike û her wiha nan û simîtên tên avêtin berhev dike û paaşê wan li malê hişk dike û difiroşe.    Di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de xaniyê Ozdemîrê jî xera bû û ji ber vê yekê barê pişta wê girantir bû. Ozdemîr, anî ziman ku êdî wek berê nikare pir bixebite û ji ber vê wek berê nikare heqê lêçûnên dibistanê yê zaroka xwe derxîne. Ozdemîr, nanê ku li se rçopan berhev kiriye û hişk kiriye nîşan da û got: "Ez hin lazmatiyên li malê li ser çopan berhev dikim. Ez dixwazim alîkariya min bê kirin da karibim zaroka xwe bidim xwendin."