Piştî tabûrcî bû ewilî pirtûk ji girtiyan re şand 2019-06-01 09:15:41 ÊLIH - Sedat Akin ku li dijî tecrîda Îmraliyê 140 rojan di grev abirçîbûnê de ma û hat tabûrcîkirin, kampanyayek da destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de pirtûk şandin girtîgehan.  Sedat Akin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 140 rojan di greva birçîbûnê de ma, piştî tedawiya li nexweşxaneyê hat tabûrcîkirin. Akin, bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "A girîng ne tenduristiya min, tenduristiya gel e. Hevalên me yên di girtîgehan de, şertê wan nebaş in. Çav û guhê me li girtîgeha ye."  Akin, anî ziman ku piştî hat tabûrcîkirin pirtûk ji girtîgehan re şand û got: "Di dema grevên birçîbûnê de gelek caran avêtin ser hucreyên hevlên me û pirtûkên wan ji wan stendin û nedan wan. Me jî di nav xwe de kampnayayek biçûk da destpêkirin. Me nêzî 30 pirtûk ji girtîgehan re şandin."  Akin, anî ziman ku ji bo kampanya berfirehtir bibe ew ê pirtûkan berhev bikin û got: "Divê her kes hema pirtûkek be jî ji girtiyan re bişîne. Grevên birçîbûnê qediyan, lê divê piştevaniya me ya bi wan re zêde bibe. Pirtûkek bi xwe jî piştgirî ye."