Li Edeneyê polîs gefan li ciwanan dixwin 2019-06-01 09:13:22 EDENE - Li Edeneyê xwendevanên Ozgur Lîse û Kovara Kaldiraçê, diyar kirin ku bi zext û zoriyên polîsan re rû bi rû dimînin. Xwendevanan, bilêv kir ku ew ê li ber van zext û zoriyan serî netewînin.  Li Edeneyê xwendevanên Ozgur Lîse û Kovara Kaldiraçê, anîn ziman ku bi zext û zoriyên polîsan re rû bi rû dimînin. Xwendekarê pola dudoyan ê lîseyê Mûhammed Can Karadenîz, bilêv kir ku di 22'yê Gulanê de 2 polîs hatine dibistanê û li odeya midûr pê re axivîne.    Karadenîz, diyar kir ku polîsê ku kovara Kaldiraçê terorîze kiriye jê re gotiye "Kaldiraç komeke xirab e. Ciwanan dixapîne û paşê wan daxilî nav çalakiyên çekdar dike. Zirarê dide te. Ji bo pêşerojê xiyalên te hene? Eger tu li Kaldiraçê bî, wê tu xiyalên te nemînin. Heta tu li dijî polîsan bî wê tu xiyalên te pêk neyên. Eger wisa dea bike careke din em ê li qereqolê bi hev re biaxivin. Tu diçî cem kê, ka bêje. Em ê navê wan bidin dozgeriyê."    Karadenîz, anî ziman ku polîsan jê re gotiye ew dixwazin bi hev re xwarinekê bixwin, lê belê wî qebûl nekiriye. Karadenîz, anî ziman ku ew ê li ber zext û gefan serî netewîne.    Her wiha polîs zext û zorê li xwendevanê kaldiraçê M.E. jî dikin.    M.E., diyar kir ku polîsên sivîl ên li kampusê xwstine pê re biaxivin û wî jî qebûl kiriye, lê belê dotira rojê polîs çûne Yûrda KYK'ê û polîsan jê re gotiye: "Em li ser navê dewletê li vira ne. Di 1'ê Gulanê de tu bi Ozgur Lîse û Kaldiraçê re meşiyayî. Derdora Kaldiraç û AKADER'ê derdoreke xirab e. Heta tu bi wan re bî wê tim astengî derkevin pêşiya te. Dibe tu ji KYK'ê bêa vêtin jî. Tu yê nikaribî di karê dewletê de bixebitî. Wê jiyana te mahv bibe. Ne tenê tu, wê dayik, bav û xwişk û birayên te jî tesîrê ji vê rewşê bigirin. Em qenciya te dixwazin. Nehêle jiyana te tarî bibe."    M.E., anî ziman ku piştî vê ew çûye cem parêzerê xwe û got: "Polîsên sivîl, dixwzin me bitirsînin û dixwazin em li gor wan bijîn." M.E., destnîşan kir ku ew ê tu carî vê yekê qebûl nekin.    MA / Hamdullah Kesen