ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-01 09:00:43 * Li Edeneyê xwendevanên Ozgur Lîse û Kovara Kaldiraçê, gotin ew bi zext û zoriyên polîsan re rû bi rû dimînin. Xwendevanan, bilêv kir ku ew ê li ber van zext û zoriyan serî netewînin.  * Endamên meclîsa Şaredariya Peyasê ji ber nexwestin avahiya kreşa zarokan bê valkirin ji aliyê parêzvanên qeymeqam û polîsan ve hatibûn derbkirin. Endaman li nerxweşxaneyê rapora derbkirinê girtin û wê giliyê kesên ew derb kirine bikin.    * Nûnerê DÎHA'yê yê Êlihê Kadrî Kaya di 29'ê Cotmeha 2018'an de jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Êlihê, piştî mirina Kaya bi 8 mehan 2 sal û mehek ceza li Kaya birî. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku cezayê hatiye birîn bi tu awayî nayê taloqkirin.    * Sedat Akin ku li dijî tecrîda Îmraliyê 140 rojan di grev abirçîbûnê de ma û hat tabûrcîkirin, kampanyayek da destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de pirtûk şandin girtîgehan.    * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku Ocalan bi pêşniyarên xwe rê li ber çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn vekiriye û got: "Li cîhanê mînakên pirsgirêkên bi vî rengî hene. Çareserî jî diyalog û muzakere ye."    * Ji Cejna Remezanê re çend roj mane lê belê ne esnafên Emînonuyê û Çarşiya Misirê ne jî welatî ji rewşa heyî razî ne. Esnaf dibêjin kar nabe, welatî jî dibêjin her tişt biha bûye.    * Nivîskarê romana "Yol" Bûrhan Evîz, ji ber sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eşenê ku girtiyên siyasî lê tune ne hat kirin dest bi greva birçîbûnê kir. Evîz, di hucreyê de dimîne û ragihand ku heta daxwaza wî neyê qebûl kirin ew ê dev ji çalakiya xwe bernede.    *  Li Cizîrê, Şîrîn Ozdemîr ku 5 sal in bi nanê li ser çopan berhev dike debara malbata xwe dike ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.    * Li ser Pira Deh Derî ku yek ji berhemên herî dîrokî ya Amedê ye û ji bo çûnhatina wesayîtan girtiye, texsî peyaseyê dikin.   * Parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, hûrguliyên hevdîtina 22'yê Gulanê ya li Îmraliyê vegotin û diyar kirin ku Ocalan ji bo "têkiliyên di kurd-tirkan xirabtir nebin û rê li ber vê yekê bigire" û ji bo aştiyeke birûmet tev digere.    * Dayikên Şemiyê, ji bo ku aqobeta windayan bipirsin û daxwaza faîl bên darizandin bikin, dê di çalakiya heftane ya 740'emîn de, li Qada Galatasarayê kom bibin. (12.00)   * Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, li Amed û Êlihê dê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgeha a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi daxwaza bila girtiyên nexweş bên berdan, dê di hefteya 375'emîn de "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê pêk bîne. (13.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" dê li ber Sumerbang a navçeya Konakê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Endamên Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, ji bo ku balê bikişînin ser rewş tenduristiya girtiyên nexweş, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)