Îmam Şîş: Ev berxwedan rojên herî bi awate yên jiyana min bûn 2019-05-31 16:40:49 GALLER - Îmam Şîş ê li dijî tecrîda li Îmraliyê 161 rojin di greva birçîbûnê ma, diyar kir ku ev pêvajo, serdema rexnedayîn tevlîbûna têkoşînê ya gelê Kurd bû û got: “Ev berxwedan rojên herî bi awate yên jiyana min bûn.”  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, 3 hezar girtiyên li girtîgehan û gelek siyasetmedarên Kurd ên derve ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû, piştî hevdîtina parêzeran a 8 salan, li ser banga Ocalan di 26’ê Gulanê de bi dawî bû.    Bi dawî kirina greva birçîbûnê ya piştî banga Rêberê PKK’ê Ocalan, li Kurdistan, Tirkiye û ji derveyî welat rastî coşek mezin a gelê Kurd hat. Yek ji çalakgerên di greva birçîbûnê de Îmam Şîş ê li Gallerê bû. Gelê Gallerê bi heskirinek mezin xwedî berxwedana Îmam Şîş derketibû û ji bo ku bibin dengê çalakgeran li parzemîna Ewropa gelek çalakî li dar xistibûn. Piştî Îmam Şîş çalakiya xwe bi dawî kir jî gel kêliyekê jî ew bi tenê nehişt.    ‘EM WAN, EW JÎ ME PIR BAŞ NAS DIKIN’’   Îmam, diyar kir ku ew bi salane bi gelê Gallerê re li kolanan li ber xwe didin û wiha axivî: “Em bi wan re bûne yek. Em wan û ew jî me pir baş nas dikin. Ji ber vê xwedî çalakiya me derketin. Bi salane bi me re ne. Em bi rojan di heman konferansê de, li ser mijarên ‘Meclîs çiye?’ û ‘Konfederalîzm çiye?’ nîqaş kirin. Pir baş dizanîn ku ji bo gelê Kurd Rêber Apo tê çi wateyê. Dizanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser gelê Kurde. Ji ber vê yekê di hemû têkoşîna me de cih girtin û xwedî berxwedana me derketin.”    ‘VÊ BERXWEDÊ RÊHEVALTIYEK MEZIN AFIRAND’   Şîş, anî ziman ku ew ji ber vê çalakiyê pir şanaze û wiha got: “Ev çalakî dewama Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû. Ji ber ku bûm parçeyekê vê berxwedanê pir şanazim. Ev berxwedan rojên herî bi awate yên jiyana min bûn. Rojên pir bi hêvî bûn. Vê berxwedanê firsenda ku rêhevaltiyek mezin bikim, da min.”    ‘DAYIKAN BERXWEDAN Û ŞÊRGELÎ NÎŞANÎ HEMÛ KESAN KIR’   Şiş, da zanîn ku a rastîn dayikan navê xwe li berxwedana mezin nivîsandin û wiha pê de çû: “Leyla Guven jî dayike. Hemû dayik dixwazin ji bo zarokên xwe pêşerojek azad pêşkêş bikin. Dayikên pêşeng ên  greva birçîbûnê jî, xwestin vê yekê bikin. Rola dayikan a di vê pêvajoyê de pir girîng bû. Nivîskarekê bal kişandibû ser dayikên di vê serdemê de li ber xwe dan û gotibû mîna  ‘Bav û kuran’ li Kurdistanê jî, divê pirtûka ‘Dayik û zarokên wan’ bê nivîsandin. Ez wan dayikên di vê pêvajoyê de li ber xwe dan mîna dayika dibînim. Ez zarokê wan dayikame. Dayikên me berxwedana jinan nîşanî tevahiya cîhanê kirin. Li ser vê yekê divê zilam xwe di ber çavan re derbas bikin. Zilamên hatine kole kirin divê xwe baş bibînin. Dema ku jin li dijî dewletê li ber xwe didin, paşvemayîna zilaman, ne li gorî bîrdoziya Rêbertiyê ye. Di vê bîrdoziyê de, girîngiyê dide azadiya zilam jî. Jinan di vê pêvajoyê de berxwedanî û şêrgelî nîşanî hemû kesan dan.”   ‘ÇAPEMENIYA KURD ERKA XWE PIR BAŞ BI CIH ANÎ’   Şiş, spasiya çapemeniya Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîsan di vê pêvajoya berxwedanê de, çapemeniya Kurd jî, erka xwe pir baş bi cih anî. Ev pêvajo baş serwîs kirin. Bi taybetî ez spasiya kedkarên çapemeniya Kurd dikim.  Ez bi rêzdarî bejna xwe li hemberî rêhevalên xwe yên çalakiya fedaî pêk anîn ditewînim. Di vê pêvajoyê de em fêrî gelek tiştan bûn. Lê hîna berxwedan bi dawî nebûye. Hîna Rêberê me girtiye û li Rojava pirsgirêk dewam dikin. Dîsan têkoşîna Kurdan hîna dewam dike. Di çarçoveya rexnedayîn de em beşdarî vê berxwedanê bûn. Gelê me jî wisan nêz bû. Leyla Guven dest bi berxwedanek dîrokî kir. Dema ku di telefonê de pê re axivîm, min jê re  got ‘Gelê Kurd minenetdarê te ye.’”