Ekîn Ceren hat bibîranîn 2019-05-31 15:40:11   ENQERE - Ekîn Ceren Dogrûak ku li Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezayeke trafîqê de jiyana xwe ji dest dabû, di 14'emîn salvegera mirinê xwe de bi beybûnan hat bibîranîn.    Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) ku di 31'ê Gulanê 2015'an de li Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezayeke trafîqê de jiyana xwe ji dest dabû, di 14'emîn salvegera mirinê xwe de li ser gora xwe bi beybûnan hat bibîranîn. Dayik û bavê Dogrûak Hulya Dogrûak û Nûsret Dogrûak, hevalên wê yên dibistanê û endamên rêxistina HDP'ê ya Enqereyê beşdarî bîranîna ku li Goristana Karşiyakayê pêk hat, bûn. Di bîranînê de gora Dogrûak bi gul û beybûnên ku  gelek ji wan hez dikir hat xemilandin.    EM Ê TÊKOŞÎNA WÊ BIDIN JIYANDIN'   Di bîranînê de Avnî Kalkan axiftinek kir û diyar kir ku Ekîn Ceren her tim di dilê wan de ye û wiha got: "Me Ekîn ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin jî. Em ê têkoşîna wê bidin jiyandin."   'EM PIR BÊRÎ DIKIN'   Bavê Dogrûak Nûsret Dogrûak jî diyar kir ku her roja ku derbas dibe bêrikirina wan mezin dibe û ev tişt anî ziman: "Cana min, beybûna bejahiyê ya dayika xwe, serperiya evîndara çiyayan. Ekîn Cerena me, dela me, em pir ji te hez dikin. Em bêriya te dikin."