Endamên Meclisa Şaredariya Dersimê: Daxwaza gel e 2019-05-31 15:19:59   DERSIM - Serçavdêrên ku ji ber navê Dersimê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin peywirdarkirin, pirsa "we çima biryareke bi vî rengî da" ji endamên Meclisa Şaredariyê Dersimê kir û endamên meclisê jî diyar kirin ku daxwaza gel bûye.    Wezareta Karên Hundir di çarçoveya lêpirsîna xwe ya derbarê biryara Meclisa Şaredariya Dersimê ku tabelaya "Tûncelî" bi navê "Dersim" guhert de serçavdêr peywirdar kir. Serçavdêrên ku hatin Dersimê ji bo vekolîna xwe ya pêşîn, li Walîtiya Dersimê îfadeyên endamên meclisa şaredariyê girtin.    Serçavdêrên ku îfadeyên 10 endamên meclisa şaredariyê ku îmzeya wan li bin navê Dersimê heye, pirsa "We çima biryara tabeleya Dersimê da û ji bo we çi wateyê îfade dike" kirin. Her wiha serçavdêran ji endamên meclisê yên ku bi hinceta KHK'î bûn û mazbatayên wan ji wan hatin standin jî pirsên têkildarî KHK'ê kirin.    'DAXWAZA GEL E'    Hat hînbûn ku endamên meclisa şaredariyê jî pirsên serçavdêran bi vî rengî bersivandine: "Navê Drsimê daxwaza gel e, ev yek jî ne tiştekî qanûnî ye û nav li gelek deveran bi awayekî qanûnî tê bikaranîn."      MAÇOGLÛ: HÊ ÎFADEYA MIN NEGIRTINE    Şaredar Fatîh Mehmet Maçoglû ku îmzeya wî jî li binî biryarê heye, diyar kir ku hê ji bo îfadeyê kes li negeriyaye û lê hîn bûye ku dê bi awayekî nivîskî îfadeya wî bê xwestin. Maçoglû destnîşan kir ku ji bo îfadeya nivîskî jî hê jê re tu belge nehatiye û heke bê dê ji bo biryarê parastina xwe bike.    BIRYAR HATIYE SEKÎNANDIN   Biryara meclisa şaredariyê li ser serlêdana Walîtiya Dersimê, ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê hatibû rawestandin.