Di nîqaşa tabelayê de ji Dersimê bertek : Tûncelî navê komkujiyê 2019-05-31 14:33:45 DERSIM - Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersimê bertek nîşanî nîqaşên derbarê biryara şaredariyê ya tabelayê da û diyar kir ku Tûncelî navê komkujiyê ye û hevrûbûna Dersimê dê kêrî demokratîkbûna Tirkiyeyê bê.   Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersimê têkildarî nîqaşên li ser biryara Şaredariya Dersimê ya tabelayê tên meşandin, li Qada Seyît Riza daxuyaniyek da çapameniyê. Nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn û bertek nîşanî nîqaşên tên meşandin da.    Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Hidir Çelîk axivî, bi awayekî tund bertek nîşanî nîqaşên tên kirin da û ev tişt got: "Ev nav vîna hevpar û daxwaza gelê Dersimê ye. Ji ber "pêwîstiya" destê misê zer navê Tûncelîyê li Dersimê hatiye danîn. Dibêje ev şerê Dersim û Tûnceliyê ye. Rast e eynen wisa ye. Em navê Tûnceliyê qebûl nakin. Tûncelî navê komkujî, tecawîz, tunehesaibandin û qirkirinê ye. Tûncelî singûbûna zarokên di zikê dayikên xwe de û destdirêjiya li jinê ye. Tûncelî qetilkirina mirovên bê sûc e."    'DERSIM BÎRA GELEKÎ YE'   Piştî Çelîk li ser navê hêzê Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Dersimê Ergîn Tekîn daxuyaniya hevpar xwend. Tekîn diyar kir ku biryara meclisê ne biryareke nû ye wiha got: "Bi nîqaşa navê Dersimê kesên ku xwe rastgir û çepgir dihesîbinin li dijî vîna gelê Dersimê xwe kirine yek û tekparêziyê diparêzin. Em dersimî vê zihniyet û ferasetê qebûl nakin û dê nekin jî. Dersimê serê kaniya baweriya elewiyan e. Êrîşa li dijî Dersimê êrîşa li dijî hebûna me ya civakî û nirxên me yên mirovî ye. Dersim bîra dîrokî ya gelekî ye. Dersimiyan tu carî navê Tûnceliyê nexwestiye û bi kar nanîne.