Mexdûrên îşkencê ji Erdogan re gotin: Ma me îşkence li xwe kiriye? 2019-05-31 13:30:59   RIHA - Abdullah Yildirim ê ji Xelfetî şopên îşkenceyê yên li ser bedena xwe nîşand da û wiha bersiva gotinên Erdogan ên Îşkence tuneye da: “Gelo kî ev îşkece li me kir? Ma hûn vana weke îşkencê nabînin? 2 roj berî vê daxuyaniy te, polîsên we erkdar kiribûn, îşkence li me dikirin.”  Welatiyên piştî pevçûna li Taxa Derto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê rû da, li Taxa Qoser a navçeya Hewag hatin binçavkirin û rastî îşkenceyên girina hatin, bi şopên îşkenceyê yên li ser bedena xwe bersiv dan gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên “Îşkence tuneye.”      Abdullah Yildirim ê piştî hat binçavkirin, hem li Qereqola Cendirman a Yaylak û hem jî li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Riha rastî îşkenceyên giran hat, diyar kir ku di dema bin çavan de tim rastî îşkencê hatiye.    ‘RAPORA BAŞE DANÊ’   Yıldirim, da zanîn ku li Qereqola Cendirman a Yaylak destên wan paşve kelepçekirî, devdevkî bi erê re dirêj kirin û wiha axivî: “Li vê derê hemû kes di lêdana re derbas kirin. Li Qereqolê leşkerên ji rêzê em derp nekirin. Bi taybetî polîsên hêzên taybet bi qontaxên çekên xwe û pehînan em derp kirin. Dijûnên pir xerab ji me re gotin. Em çend seatan wan bi erdê re dirêjkirî hiştin. Dûre em birin nexweşxanê û ji wir jî em birin Şaxa TEM’ê.”    ‘CEYRAN DAN ME’   Yildirim, anî ziman ku linge hin hevalên wan ji ber îşkenceyê birîn bûn û wiha bilêvkir: “Serê hin havalên me jî şikandin. Ligel ku bijîşkan li nexweşxanê birînên ser û lingên hevalên xwe dirûtin jî, rapora rewşa wan başe dan wan. Li Şaxa TEM’ê em rastî îşkenceyên bi pergalî hatin. Çavên me girê dan û çûwal xistin serê me. Em kirin odeyek qata 2’yemîn. Polîsên li wê derê, ceyran dan organê min ê zayendî. Dure îşkenceya feleqe li me kirin. Destên min paşve kelepçekirî li ser pişta min rûniştin. Em hilawistin. Behna min girtin.”   ‘GELO KÎ EV ÎŞKENCE LI ME KIR’?'   Yildirim bertek nîaşnî gotinên Erdogan ên “Enkence tuneye” da û wiha pê de çû: “Gelo kî ev îşkece li me kir? Ma hûn vana weke îşkencê nabînin? 2 roj berî vê daxuyaniy te, polîsên we erkdar kiribûn, îşkence li me dikirin. Ma me ev îşkence li xwe kiriye? Madem ku hûn dibêjin îşkence tuneye, wê demê kesên îşkence li me kirin darizînin. Emê dest vê dozê bernedin. Kesên îşkence li me kirin, teqez dê derkevin pêşberî darazê.”   ‘DAXUYANÎ DI ASTA ÎTÎRAFÊ DE BÛ’   Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yê Stenbolê Parêzer Tamer Dogan jî, Erdogan bi daxuyaniya xwe îtîraf kir ku îşkence bi pergalî bû ye û wiha got: “Kesên li Xelfetî hatin binçavkirin, ji 10 rojan zêdetir rastî îşkenceya bi pergalî hatin. Li şûna ku behsa reforma darazê, paketa darazê û îşkence tuneye bike, bila ji Xelfetî dest pê bikin. Ji ber vê daxuyaniya Erdogan ne ji dile. Ji bîr û baweriyê dûre. Ev paketa reformê tenê li gorî pêvajoyê hatiye amedekirin.”    MA / Erdogan Alayumat