Beştaş: Li şûna reformê pêwistî bi guherîna qanûnê ya şênber heye 2019-05-31 12:18:42 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş "Reforma Darazê" ku Serokkomar Erdogan aşakera kiribû nirxand û wiha got: "Me vana pir bihîstiye. Ji ber vê sedemê pêwistî bi guherîna xalên şênber ku me bi awayekî zelal nav li wan kiriye heye." Beştaş îşkenceya li Xalfetiyê jî bi bîr xist diyar kir ku piştgiriyeke xurt ji îşkenceyê re heye. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş Stratejiya Reforma Darazê ku duh ji aliyê Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû aşakerakirin, nirxand. Beşdaş diyar kir ku paketên reforma darazê herî zêde di dema desthilata AKP'ê de hatine rojevê û wiha got: "Hemû paketên hatine aşkerakirin jî ji dubarekirin wêdetir naçin. Aşkerakirina paketan di dema AKP'ê de bûye çandek lê paşê van paketan bi polîtîkayên AKP'ê vala tên derxistin. Divê AKP dev ji pakêtan berde û gavên radîkal bavêje."    'ERÊNIYE LÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE'   Beştaş vekirina rêya Dadgeha Bilind a cezayên ku bandorê li azadiya kesan dikin nirxand û derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Biryareke erêniye lê pirsgirêkê çareser nake. Lewre ji ber ku niha bi hezaran doz li Îstînafê bêyî ku biçin Dadgeha Bilind ji aliyê dadgerên girêdayî AKP'ê ve tên erêkirin. Dozên Sirri Sureyya Onder û Selahattîn Demîrtaş ji vê yekê re mînak in. Dozên wan bêyî ku biçin Dadgeha Bilind hatin erêkirin. Heta penasekirina propagandayê neyê nîqaşkirin, naveroka propagandayê û penasekirina terorê neyê guhertin, tenê derbasbûna Dadgeha Bilind a piştî Îstînafê pisgirêkê çareser nake. Ji bo hemû sererastkirinên din heman tişt derbasdar e."    'ME VANA PIR BIHÎSTIYE'   Beştaş destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de Tirkiye tengezariya herî giran a adaletê dijî û wiha pêde çû: "Firdikên azadiya ramanê jî nemane. Me vana pir bihîstiye. Ji ber vê sedemê pêwistî bi guherîna xalên şênber ku me bi awayekî zelal nav li wan kiriye heye. Divê qanûn, yekser jî Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK) re û xala biçûkxistina Serokkomar bên guhertin. Ev pêngaveke ji bo hilbijartinên Stenbolê ye. Lê pêwîstî jî bi vê heye. Hê duh destê Kadrî Gursel hatin kelepçekirin û wêneyên îşkenceya Xalfetiyê li ber çavê me ne." Beştaş gotinên Erdogan ên derbarê îşkenceyê û îşkenceya li Xalfetiyê jî bi bîr xist diyar kir ku piştgiriyeke xurt ji îşkenceyê re heye.    MA / Selman Güzelyüz