Li Amedê kesek hat girtin 2019-05-31 11:38:11   AMED - Kesekî ku li Sûrê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, bi angaşta "endamê rêxistinê" hat girtin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê welatiyê bi navê B.A ku di serdegirtina leşkeran a malekê de hatibû binçavkirin, piştî kirariyên xwe yên li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfade girtina dozger B.A sewqî dadgehê hat kirin. B.A bi angaşta "endamê rêxistinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.