Turkdogan: Têjekirina naveroka reformê em ê li Meclisê bibînin 2019-05-31 11:24:16 ENQERE - Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku bihîstina gotinên reformê yên ji hikumeta ku 'Stratejiya Reforma Darazê'  amade kiriye dilxweşker e û wiha got: "Em ê têjekirina naveroka reformê, di pêşniyarên qanûnên ku pêşkêjî Meclisê bêne kirin de bibînin." Turkdogan destnîşan kir ku divê taybetî sererastkirin di TMK'ê de bên kirin û heta bi temamî ji holê bê rakirin. Paketa 'Stratejiya Reforma Darazê' ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hatibû amadekirin, duh ji aliyê Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan ve bi raya giştî re hat parvekirin. Belgeya Stratejiyê ya ku hatiye amadekirin ji 9 armancan pêk tê. Van armancan wiha ne; "Parastin û pêşxistina maf û azadiyan", "Pêşxistina serxwebûn, bêalîbûn û zelalbûna darazê" , "Zêdekirina çendanî û çawaniya çavkaniyên mirovî" , "Bilindkirina performans û berhemdariyê" , "Pêkanîna bi bandor a bikaranîna mafê parastinê" , "Hêsankirina gihandina adaletê û bilindkirina dilxweşiya ji xizmetê" , "Zêdekirina bandora pergala adaleta cezayê" , "Bilindkirina bandor û zelalkirin darizandina hiqûqî û îdarî" û "Berbelavkirina rêbazên çareseriyên alternatîfa lihevnekirinê".    Di paketê de sererastkirinên mîna derketina dema perwerdeyê ya fakulteyên hiqûqê ya 5 salan, dayîna pasaporta kesk a hin parêzeran, li şûna astengkirina tevahîya malperan astengkirina naveroka derveyî hiqûqê, paşdexistina cezayê sucê yekemîn ê zarokan û girtina sûcên gef û birîndariya sivik a çarçoveya giliyê hene. Ji bo Stratejiya Reforma Darazê ku di çarçoveya muzakereyên beşdarbûnê de ji bo vekirina fasilên 23 û 24'emîn, li gorî daxwazên Yekitiye Ewropayê (YE) hatiye amadekirin, ji gelek sazî sivîlên û kesan nêrîn hatiye girtin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ku ji bi stratejiyê ji komeleya wan jî nêrîn hatiye girtin, Stratejiya Reforma Darazê  ku hatiye aşkerakirin nirxand. Turkdogan diyar kir ku têkildarî mijarê di 10'ê Çileyê de bi wezaretê re hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Rojeva bingehîn a hevdîtinê tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên greva birçîbûnê bûn. Lê li gel vê yekê me sererastkirinên ku dixwestin di mewzûta cezayê pêk bînin jî vegot û me raporên xwe yên têkildarî mijarê pêşkêş kir.   'ME RAPORA HEVPAR PÊŞKÊŞ KIR'   Turkdogan ragihand ku di 14'ê Sibatê de ji bo komxebata "Amedekirina Plana Xebateke Nû ya Mafê Mirovan" ku ji aliyê Wezareta Dadê ve li Enqereyê hat lidarxistin, hatine vexwendin û ev tişt anî ziman: "Gelek sazî û rêxistinên mafên mirova, pîşeyî û baro hatibûn vexwendin. Piştî vê komxebatê ÎHD, TÎHV, TTB, Navenda Bîrê (Hafıza Merkezî), Komeleya Welatiyan (Yurttaşlık Derneği), Komeleya Şopandina Mafên Wekhev (ESHİD), Baroya Amedê û Înîsiyatîfa Maf raporeke nivîskî ya hevpar ku îmzeya hemû saziyan li bin hebû amade kir û di 1'ê Adarê de pêşkêşî Wezareta Dadê kir. Me regihand ku divê ji raporê me sûd were girtin. Herî dawî jî me di 17'ê Gulanê de bi Alîkarê Wezîrê Dadê re hevdîtinek pêk anî û nêrîna xwe ya têkildarî mijarên reformê pê re parve kir."   ‘EMÊ TIJEKIRINA NAVEROKA REFORMÊ BIŞOPÎN IN’   Turkdogan, da zanîn ku daxuyahiya Erdogan ew keyfxweş kirin, lê divê keyfxweşiyek zû neyê kirin û wiha bilêv kir: “Pitşî referanduma Qanûna Bingehîn a sala 2017’an de, Tirkiye gehişt astekê dijdemokratîk. Texrîbatên OHAL’a ku du salan dewan kir, pir zêdene. Ku hikumetê ev yek dîtibe û li gorî vê dest bi pêvajoyek reforma nû bike, bêguman girînge. Emê tijekrina naveroka reformê bişopînin û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.”   ‘TMK BI GIŞTÎ BI PIRSGIRÊKE’   Turkdogan, bal kişand ser pirgirêkên cîdî ya Qanûna Têkoşîna Terorê (TMK) û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê TMK bi giştî bi pirsgirêke. Li Tirkiyeyê rewşeke qanûnî ya  hemû kesên weke sûcê terorê sûcdar bike heye. Teqez divê ev bê guhertin. Heta em dixwazin TMK bi giştî ji holê rabe. Pir bi lezgînî sûc û cezayên hatine gotin ku bi rêyên çapemenî û weşangeriyê çêbûnê, divê bên betalkirin. Di sala 2012’an de sererastkirine wiha hatibû kirin. Niha hemû rojnameger, akademisyen, siyasetmedar, sendîkayî û parazvanên mafên mirovan ji ber vê rewşê mexdûr bûne. Li Tirkiye niha 280 hezar kes girtîne. Kesên hatine berdan 480 hezar kesin. Hejmara kesên bi şertê kontrola edlî hatine berdan jî 400 hezarin. Di welatekê ku nifûsa wê 81 mîlyon de, ger mîlyonek û 300 hezar mirovên wê ji azadiya xwe bê  par bên hiştin, dê pirsgirkên cidî derbikevin holê û ev jî hişyariyê dide.”       ‘DIVÊ CMK JI NÛ DE BÊ SERERASTKIRIN’   Turkdogan, da zanîn ku bi TMK’ê re divê Kanûna Dadgeha Ceza (CMK û Qanîna Înfazê ji nû de bên nûkirin û wiha domand: “Bi teybetî CMK divê li gorî mafê parastin û mafê darizandina adîlane bê guhertin. Gelek madeyên xerab bûyîn divê ji nû de bên dest girtin û guhertin. Dîsan Qanûna Înfazê ya herî bi pirsgirêke, teqez divê bê rakirin. Cezayê girtîgehê yê heta mirinê bi tu awayê nayê qebûl kirin. Ji xwe DMME jî vê pêkanînê red dike. Di heman demê divê ji bo girtiyên nexweşîna giran sererastkirin bên kirin û bên berdan. Lazime ku cudakariya edlî û siyasî ji holê rabe. Di înfazê de wekhevî çêbe. Hemû kes giliyê dirêjiya pêvajoya înfazê dike. Divê pêvajoya  înfazê  jî bê kurt kirin.”   MA / Bêrîvan Altan