Hdp’ê li Amedê fitar da 2019-05-31 10:03:53   AMED – Rêxistina HDP'ê ya Amedê li navçeya Peyasê fitar da welatiyan.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê, li Eywana Dewetê ya Kaplan City Parkê ya li navçeya Peyasê fitar da welatiyan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari, Salîha Aydenîz, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, Dayikên Aşitiyê, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Amedê û gelek welatî beşdarî fitarê bûn.   LI DERÊ ZINDANAN JÎ BI HEVRE BIN   Beriya fitarê li ser navê Dayikên Aşitiyê Kudret Eryilmaz axivî. Dayika Eryilmaz di destpêka axaftina xwe çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê pîroz kir û wiha got: “Em îro çawa li kolanan bi hevre ne, divê em bi vî rengî li ber derê zindanan jî bi hevre bin. Daxwaza min ew e ku ev mewlîde bibe wesîleya aşitî û azadiyê.”   JIYANEKE BI RÛMET Û AZAD PÊKANE   Piştî Dayika Eryilmaz Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesên ku di pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anîn û di şexsê Zulkuf Gezen û Medya Çinar de hemû cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha axivî: “Bi sedan salane nasname û zimanê gelê kurd tê qedexekirin. Ev 40 sal e gelê kurd li ziman û nasnameya xwe xwedî derdikeve.” Ozturk diyar kir ku gelê kurd ne wek berê ye û ev tişt anî ziman: “Êdî serokekî gelê kurd ê heye, siyaset û felsefe wan a heye. Jiyaneke bi rûmet û azad pêkane.” Ozturk herî dawî jî qala çalakiyên greva birçîbûnê kir û têkildarî mijarê ev tişt got: “Bi tevlîbûna sê hezar girtiyên di greva birçîbûnê de û pêşengtiya dayikan tecrîd hate şikandin."   Piştî axaftinan bi xwendina azanê re welatiyan fitara xwe vekir.