Meclîsa Bajarê Kerkûkê: Êrîşên terorîstî ji bo fitneyê ne 2019-05-31 09:35:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Bajarê Kerkûkê der barê 6 êrîşên bombeyî yên şevê din li navenda Kerkûkê de teqeyîn daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku armanc ji êrîşan afirandina fitneyane.    Bîlançoya 6 êrîşên bombeyî yên li kolanên Şeraa Qûds û Bexda yên li navenda Kerkûkê giran dibe. 7 kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn. Şêniyên Kerkûkê ji bo xwînê bidin birîndaran li ber nexweşxaneyan kom bûn. Li deverên ku êrîş pêk hatin 10 wesayît rûxiyan, xisar li dehan mal û kargehên welatiyan bû. Li gorî hin çavkaniyên DAIŞ'ê ev êrîş pêk anîne, lê hîna kesekê berpirsiyartiya êrîşan negirtine ser xwe.    Meclîsa Bajarê Kerkûkê, derbarê êrîşan de daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîş weke "Êrîşên terorîstî" bi nav kir.    Di daxuyaniya hat dayîn de ev tişt hatin ragihandin: "Em van êrîşan bi hêrs şermezar dikin û mehkûm dikin. Di meha Remezanê ya pîroz de êrîşa li dijî gelê me yê sivîl nîşan dide ku terorîst çiqasî qirêj, hov û tirsonek in. Me li nava bajêr û herêmên derdora bajêr tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde kir."   Meclîsa Bajêr, diyar kir ku bi van êrîşan re hewl tê dayin fitne bikeve nava gel û divê gelên Kerkûkê li dijî her şêweyên êrîşan xwe biparêzin.