Li Bandirmayê girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin 2019-05-30 14:43:37 BALIKESÎR / BÛRSA - Hat ragihandin ku girtiyên li girtîgehên hejmara T1 û T2 sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û li Bûrsayê jî sewqa girtiyan di wesayîta rîngê de pêk tê.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ragihandin ku li navçeya Bandirma ya Balikesîrê girtiyên li girtîgehên girtî yên hejmara T1 û T2 çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirine, sewqî nexweşxaneyan nayin kirin. Parêzeran diyar kir ku roja çalakî bi dawî bûye dozger û midurê girtîgehê, fermandarê cendirmeya û bijîjkan civînek kirine û biryareke bi vî rengî girtine: "Li şûna sewqa nexweşxaneyê, piştî vekolîn û kotrolên bijîjkên pispor, girtiyên pêwîstiya wan heye sewqî nexweşxaneyê bên kirin"    BI WESAYÎTA RÎNGÊ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ BÛ   Parêzeran diyar kir ku girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê çalakiya xwe bi dawî kirine, bi wesayîta rîngêsewqî nexweşxaneyê hatine kirine û ev tişt gotin: "Di wesayîta rîngê de hin girtî nerihet dibin. Piştî kontrolên li nexweşxaneyê, girtî careke din dişînin girtîgehê. Rayedarên nexweşxaneyê dibêjin ku amadekariya wan a diyetîsyen tuneye û mdaxaleyî girtiyan nakin. Dê kontrola girtiyan îro li girtîgehê bê kirin."