Serekkeşeyê Mêrdînê Ozmen serdana Mizrakli kir 2019-05-30 14:27:29 AMED - Serekkeşeyê Suyaniyên Mêrdînê Fîlûksînos Salîba Ozmen, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.    Serekkeşeyê Suyaniyên Mêrdînê Fîlûksînos Salîba Ozmen, ligel nûnerên Civata Suryaniyan serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.   Mizrakli kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û got ku em kêfxweş in ku nûnerên civakeka qedîm a vê erdê li vê derê pêşwazî dikin û got, “Gava em dikevin dû şopa pêyên xwe, ew devera şûnpêyên me digihîjin hev dilê me jî li wir digihêje hev. Mirovên ku demeke dirêj a dîrokê xwedî wê feraseta pêkvejiyanê ne û baweriya xwe parastine, vê mîrateya xwe jî ji civakên dû xwe re dihêlin. Ne tenê van rojan, sal 365 rojan, dil bi dil, mil bi mil me hay û dilê xwe daye hev. Ev jî dewlemendiya herî mezin a vê erdnîgariyê ye.”      'EM CUDABÛNÊN MOZAÎKAN DIJÎN'   Ozmen jî bal kişand ku heke Amed û Mêrdîn bi çandî û bi civakî li ser xwe mabin, ev yek ji bo her kesî şansekî mezin e û got, “Herêma me hem pîroz e hem jî mibarek e. Xwedî nirxên bêhevta ye. Lewre jî heke em ronakbîr û ramanên me, bihêlin ji hev hez bikin, hurmeta hevdu bigirin, ev yek dê ji bo herêma me, Tirkiye û cîhanê gelekî baş be. Van demên dawîn em rûbirûyê pirsgirêkên etnîkî, civakî, çandî û siyasî ne. Heke me ji hev hez kir, hurmeta hevdu girt û xwedîtî li nirxên xwe kir, em dikarin van kêşeyên xwe jî çareser bikin. Bi van hest û dilînan, li ser navê xwe û civata xwe ez di xizmeyguzariya cenabê te ya nû de daxwaza serkeftin û serfiraziyê dikim.”    'EMÊ PIRSGIRÊKAN BERTEREF BIKIN'    Piştî hevdîtinê Serekkeşe Ozmen û şanda pê ra, pirtûka “Bayên Keserê” a Hakan Aytekîn û pirtûka “Durrên Çipyayî Dîroka Çarenivîsî ya Suryaniyan” ku Patrîk Efrem Barsawmê 1ê nivîsye, diyarî Hevşaredar Mizrakli kirin. Mizrakli jî burcên Amedê ku li çîniyan neqişandiye kir şûndiyarî bo mêvanên xwe.