Li Kurkçulerê girtî nayin derman kirin 2019-05-30 13:36:54   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, girtiyên dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê anîn, nayin derman kirin. Girtî Înan Akin, di hevdîtina bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên mafan ragihand.   Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edenê, girtiyên li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn, nayin tedawî kirin. Girtî Înan Akin ê nayê tedawî kirin û 141 rojan di greva birçîbûn de ma, di hevdîtina bi malbata xwe re kir de binpêkirinên mafan vegot. Xwişka Înan Akin Asya Akin, di 29’ê Gulanê de li girtîgehê  hevdîtin bi birayê xwe re kir.    NE ŞORBE, AVA BI BOYAX    Înan Akin di hevdîtinê de, ev tişt ragihandin: “Bi 10 hevalên xwe re em di greva birçîbûnê de bûn. Di 26’ê Gulanê de me dawî li greva xwe ya birçîbûnê anî. Wê rojê em sewqî nexweşxaneyê nekirin. Rojek şûn de em sewq kirin. Em bi ringê bibin nexweşxanê. Tehlîlên xwîn û dest ava biçûk ji me girtin. Dûre em paşve şandin girtîgehê. Tedawiya me nekirin. Derman nedan me. Dema ez birim nexweşxanê ez ne baş bûm. Rayedarên girtîgehê li gorî forma agahiyên Odeya Bijîşkan tevnagerin. Şorbeya didin me jî em nikarin vexwin. Weke ava boyaxkiriye. Em bi derfetên xwe ji kantînê şîr, mast, biskîvî û pêdiviyên xwe yên din dikirin. Hîna jî tehlîlên me ne derketine.”      Xwişka Akin Asya Askin, anî ziman ku divê xwedî li hemû girtiyên siyasiyê bê derketin û pêvajoya dermankirina wan bê şopandin. Asya Akin, diyar kir ku berxwedana girtiyan vale neçû û got: “Divê hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dewam bike.”