Rojnameger Çetîn Kûrşûn 3 sal ceza girt û tehliye bû 2019-05-30 13:07:42   MÊRDÎN - Rûniştina doza xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat girtin Çetîn Kûrşûn hat dîtin. Di rûniştinê de 3 sal ceza li Kûrşûn hat birîn û hat berdan.   Duyemîn rûniştina doza xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat girtin Çetîn Kûrşûn ku di 6'ê sibata 2018'an de bi birayê xwe Sedat Kûrşûn re li nevçeya Qoser a Mêrdînê hatibû binçavkirin û girtin, li Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Parêzerên dozê, Çetîn Kûrşûn û birayê wî Sedat Kûrşûn ku berdayî dihat darizandin beşdarî rûniştinê bûn. Piştî parastina parêzerên heyeta dadgehê biryara bereta Sedat Kûrşûn da û 3 sal ceza li Çetîn Kûrşûn birî. Heyeta dadgehê paşê dema girtina Kûrşûn li ber çav girt û biryara tehliyebûna Kûrşûn da.