Li Oltû girtî ji nexweşxanê derxistin 2019-05-30 12:26:45   ERZIROM - Li Girtîgeha Tîpa T a Oltû, 20 girtiyên dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê anîn û sewqê nexweşxanê hatibûn kirin, ji nexweşxanê derxistin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Oltû, 20 girtiyên dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê anîn û sewqê nexweşxanê hatibûn kirin, ji nexweşxanê derxistin. 20 girtiyên sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Oltû hatibûn kirin, piştî li nexweşxanê hatin dermankirin, ji nexweşxanê hatin derxistin û dîsan şandin girtîgehê. Hat diyar kirin ku rojane kontrolên girtiyan tên kirin û rewşa girtiyan başe.