Cenazeyê xwendekarê ku şiqitibû çem hat dîtin 2019-05-30 11:23:12   WAN - Cenazeyê xwendekarê lîseyê Mûrat Gunduç ku roja şemiyê li navçeya Payizavayê dema ku masiyan digirt, şiqitîbû çem û winda bûbû, hat dîtin.    Li navçeya Payizava ya Wanê roja şemiyê xwendekarê lîseyê Mûrat Gunduç (17) dema ku masiyan digirt, şiqitîbû çem û winda bûbû. Piştî lêgerînin 5 rojan xebara sar ji Gunduç hat û cenazeyê wî 10 kîlometre dûrî cihê ku winda bûbû hat dîtin. Cenazeyê Gunduç ku li lîseya xwe di hêla serkeftinê de xwendekarê yekemîn bû, piştî ku hat dîtin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê.