Di doza panzerê de parastin temam bû, li bendê ye dozger mutalaa bide 2019-05-30 10:58:22 ŞIRNEX - 9'emîn rûniştina doza brayên Yildirim ên ku li Silopyayê di bin panzerê ku ketibû mala wan de hatibûn eciqandin, sibê tê dîtin. Di rûniştina doza ku parastin û îfadeyên şahidan temam bûye de li bendê ye dozger mutalaa bide.    Li navçeya Silopya Şirnexê di 3'ê Gulana 2017'an de panzerek ket mala birayên Mûhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) û ew pelçiqandin. 9'emîn rûniştina dozê ku ajokarê panzerê Omer Yîgît ku bû sedema mirina birayên Yildirim û serbazê wî Mûrat Maden tên darizandin dê sibê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê bê dîtin. Di rûniştina destpêkê ya dozê de bersûc ajokar Yîgît û serbazî wî Maden hatin berdan. Ji ber sûcê "Bi kêmasî bûye sedema mirina ji kesekî zêdetir" derbarê Yîgît û Maden de ji 2 salan heta 15 salan ceza tê xwestin.    DERBARÊ RAYEDARÊN KU ŞAHIDAN EW DESTNIŞAN KIRIN KIRARÎ NEHAT DESTPÊKIRIN   Di rûniştinên ku heta îro hatine kirin de hemû şahid hatine guhdarkirin û parastina parêzeran bi piranî temam bûye. Di rûniştinan de polisên ku weke şahid hatine guhdarkirin, hema bêje teva diyar kiriye ku serbaz Tûncay Taşdemîr ku di encama lêpirsîna ku piştî bûyerê hat destpêkirin de ceza girt û Midurê Polisan ê Navçeyê yê demê Selçûk Erdogan, bikaranîna wesayîta bê ehliyet peywirdar kirine. Parêzerên birayên Yildirim jî bi israr daxwaz kirin ku her du polisên navborî jî tevlî dozê bên kirin. Lê derbarê her du polisan de jî tu kirariyek nehat kirin.    AJOKARÊ PANZERÊ DÎSA LI SER KAR E   Di rûniştina dozê ya herî dawî ku 2'ê Gulanê hat dîtin de, polisên bersûc ku axivîn dîsa Midurê Polisan ê Navçeyê yê demê Selçûk Erdogan îşaret kirin. Bersûc Yîgît di parastina xwe ya dawîn de ragihandibû ku careke din dest bi kar kiriye. Parêzerên birayên Yildirim bertek nîşanî rapora ku polisên bersûc weke bi qusûr nîşan dide dan û pirsa "gelo dê wesayît bê cezakirin?" kirin. Dadgehê daxwaza ji nû ve rapor amade kirinê red kir.