Bîlîcî: Xwedî li leşker û polîsên dîlgirtî dernakevin 2019-05-30 10:40:39 ENQERE - Endamê MYK’a ÎHD’ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku hikumet, xwedî leşker û polîsên di salên dawî de hatine gilgirtin, dernakeve û got: “Bi peyama ji Îmraliyê hat re, li welat carek din hêviyên aştiyê pêş ketin.”    Malbatên leşker û polîsên ji aliyê HPG’ê ve hatine dîl girtin, duh li Enqerê li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), civîna çapemeniyê li dar xistin û dûre çûn Meclîsê û bi nûnerên  komên HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin kirin. Malbatan di hevdîtin kirin de, xwestin ku ji bo zarokên wan ên ev 4 salin hev nabînin, gav bên avêtin û zarokên wan vegerin malên xwe.    Endamê Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ê ÎHD’ê Racî Bîlîcî, cih di hevdîtinên malbatan ên bi partiyan re kirin de girt. Racî Bîlîcî, nêzîkatiyên partiyan ên li hemberî leşker û polîsên dîlgirtî nirxand.     ‘HIKUMET XWEDÎ LEŞKER Û POLÎSÊN DÎL GIRTÎ DERNAKEVE’   Bîlîcî, diyar kir ku wan heya roja îro ji bo leşker û polîsên dîlgirtî, ketine  nava gelek hewldanan, lê ligel vê jî tu encam bi dest nexwistine. Bîlîcî, da zanîn ku di salên derbas bûyî de, wan piştî hevdîtinên bi hikumetê re kirin, dikarîbûn leşker û polîsên dilgirtî, bigirin û teslîmî malbatên wan bikin.    Bîlîcî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di serdemên berê de hikumetê bi awayekê fermî em qebûl dikirin. Li ser wê fermiyetê, em bi PKK’iyan re dikevin nava têkiliyan û me leşker digirtin. Heya roja îro ev rêbaz hebû. Bi taybetî nêzîkatiyên di demên dawî de pir cuda ye. Rewşekê ku naxwaze mijarê bibîne, mudalixe bike û bi rastiyan rû bi rû were heye. Em naxwazin azadiya kesekê bê deste ser kirin. Hemû hewldanên me jî ji bo vê ne. Ji dest pê kê ve malbat serî li şaxên me didin, çareseriyê dixwazin û dixwazin em bibin navbeynkar. Em jî necarin ku daxwazên malbatan ji desthilatdariya siyasî re ragihînin. Em mecbûrin ku vê kanalê vekin.”    ‘DÛRE DÊ AGAHÎ BIDIN’    Bîlîcî, derbarê hevdîtinên duh bi nûnerên komên HDP, CHP û AKP’ê re kirin de jî, ev agahî dan: “Li gorî me hevdîtin erênî bûn. Em hevî dikin ku gav bên avêtin û encam bên girtin. Azadiya mirovan ji destên wan hatine kirin û divê ev demildest bi  dawî bibe. Divê desthilatdariya siyasî jî bi heman hesasiyetê tevbigere. Em daxwazên malbatan ragihandin û bi israr tevbigerin. Di vê mijarê de me randevû ji Serokkomar û Serokwezîrê demê Bînalî Yildirim daxwaz kiribûn. Lê bersivek erênî  nehat dayîn. Herî dawî hevdîtina me  bi Serokê Koma AKP’ê Nacî Bostanci re kir erênî derbas bû. Nêzîkatiyek pozîtîf hebû. Em hêvî dikin ku li me vegerin û em li benda wane.”   ‘LI WELAT CAREK DIN HÊVIYÊN AŞTIYÊ ÇÊBÛN’   Bîlîcî, bal kişand ser peyamên ji Îmraliyê hatin jî û wiha bilêv kir: “Li welat carek din hêviyên aştiyê çêbûn. Mijarên ji peyamê de hatin ziman, li gorî pêdiviya vî welatîne. Divê nîqaşên cîdî bên kirin. Di peyamê de behsa aştiyek birûmet, destpêkirina pêvajoyeke diyalog û muzakerayan, bi dawî anîna şer û ji bo siyaseta demokratîk kir. Li vî welatî, divê hemû kes bi awayekê azad nîqaş bike.”    ‘GER EV REWŞ DERBAS BIBE TIRKIYE DÊ BÊHNÊ BISTÎNE”   Bîlîcî, da zanîn ku divê desthilatdariya siyasî, partiyên mûxalîf û partiyên siyasî li ser vê yekê baş nîqaş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê êdî ev rewş derbas bibe. Çi dema ku ev rewş derbas bû, dê Tirkiye bêhnê bistîne û pêşiya siyaseta demokratîk ve. Wê demê dê di warê aborî û civakî de jî, pêşketin çêbin û baweriyek derbikeve holê. Hiqûq jî dê li gorî pêwîstiyan jiyamî bibe.”