Wezaretê destûr da, lê dadgehê got sûc e 2019-05-30 09:17:57 MÊRSÎN - Hunermend Kadîr Çat, ji ber ku strana xwe "Kemal Pîr Yoldaş" li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin û 3 sal û meh û 15 roj ceza lê hat birîn.    Hunermend Kadîr Çat, di 12'ê Kanûna 2016'an de li Mêrsînê hatibû binçavkirin. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" ceza li Çat hat birîn. Danişîna biryardayînê ya dozê di 23'yê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Mêrsînê pêk hat. Heyeta dadgehê ji bo strana Çat a bi navê "Kemal Pîr Yoldaş" Çat bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tawanbar kir. Heyeta dadgehê ji ber hincetên maddî yên vê tawanbariyê tune ne der barê Çat de biryara beraatê da.    Lê heyetê ji ber Çat stran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye bi îdiaya "rêveberên rêxistinê kiriye leheng" bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û meh û 15 roj ceza lê birî.    ÇAT: HUNERMEND BÊDENG NAMÎNE    Çata, diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek hunermend ji ber stranên xwe hatine darizandin, ceza lê wan hatiye birîn. Çat, anî ziman ku di sala 2014'an de ji ber strana "Şafak turkusu" ya Ahmet Kaya gotiye 10 meh ceza lê hatiye birîn. Çat, bilêv kir ku ew ê îtiraz bikin û got: "Wezareta Çandê albuma min a ku strana Kemal Pîr Yoldaş tê de heye pesend kiribû. Lê dadgeha herêmî wekî sûc dihesibîne. Ji ber min strana xwe parve kiriye ûsc hatiye ehsibandin. Lê wezaretê wekî sûc nehesibandiye. Tu biryar li dijî azadiya fikr û ramanê ye."    Çat, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êdî hunermend nikarin bi rihetî hunera xwe îcra bikin û got: "Lê tişta ez dizanim hunermend bêdeng namîne. stranên hunermend bêdeng namînin. Bêdengiya hunermendan nayê qebûlkirin."    MA / Ergîn Çaglar