ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-18 09:00:47 * Endama Desteya Rêvebir a Akademiya Jinan Fîgen Aras, diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de jin azad e, pêşeng e û vîn e. Aras got ku ev yek jî nîşan dide ku ka jin çi qasî li hemberî tecrîdê ne.  * Li Kurdistanê gelek zarok bi maşîneyên zirxî, teqemeniyên leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan. Polîs û leşkeran ji 2008'an heta niha li kolanan herî kêm 16 zarok qetil kirin. Herî zêde di 2 salên dawî de polîs û leşkeran mirov bi maşîneyên zirxî qetil kirin. Lê heta niha kujerên zarokan nehatin darizandin.    * Jinên kedkarên çemawerî yên ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku desthilatdarî dixwaze kedkaran bi birçîbûnê terbiye bike û wan têkoşînê dûr bixwe. Jinan bang kirin ku di 25’ê Mijdarê de bibin yek deng.    * Jinên di qada jiyanê de dixebitin ku herî zêde rastî cihêbûna zayendperest tên, li dijî hepsa malê û polîtîkayên kole kirinê têdikoşin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen, diyar kir ku di girtina kar de zayendperestî faktorek girîng e û wiha got: “Di vî warî de li dijî koletiyê em tora piştevaniya jinan ava dikin.”     *Perwerdekar Turkan Toktaş ku bi KHK’ê hat îxrackirin, tevî hevjînê xwe û hevalên wî yên hatin îxrackirin dikana qeliyê vekirin. Toktaş, got ku li Mûşê di nav perwerdekarên jin de tenê ew hatiye îrackirin û wiha got: “Nexwe min ew nerihet kirine. Heta wek miyekê bijîm, ez nerihetkirina wan tercih dikim.”   *Saliha Turker ku li Gundê Elîaxayê yê 7 kîlometreyan dûrî navçeya Miksê dijî, heftê du rojan keça xwe Gulîstan a 15 salî ya berasteng li pişta xwe dike û tîne navenda rehabîlîtasyonê ya li navçeyê.    * Endamê Egîtîm-Sen’ê Mahmût Pala yê bi KHK’ê hat îxrackirin, li Erdîşê tevî kedkarekî tenduristiyê yê hat îxrackirin kirtasiyeyek vekir. Pala wiha got: “Em ê pêşerojeke bi rûmet ji zarokên xwe re bihêlin, lê wê ev feraset dizî, bêedaletî û gendeliyê ji zarokên xwe re bihêle.”    * Xwendekarên zanîngehê bi riya Tora Zarokên Rûerdê û Penaberan, ji bo zarokên ku ji civakê tên îzolekirin projeyan çê dikin. Endamên torê anîn ziman ku riya civakeke xwedî wijdan, bi zarokan dest pê dike.    * Endama Desteya Rêvebir a Akademiya Jinan Fîgen Aras, diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de jin azad e, pêşeng e û vîn e. Aras got ku ev yek jî nîşan dide ku ka jin çi qasî li hemberî tecrîdê ne.    * Li Girtîgeha Panosê heta derengiya şevê di hopoarloran de muzîkê bi girtiyan didin guhdarkirin. Ji ber ku dengê muzîkê gelekî zêde ye, girtî vê yekê wekî îşkenceyê pênase dikin û bertekên xwe dan nîşan.   * Şaxa ÎHD'ê ya Amede û xizmên windayan dê di hefteya 458'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li salona ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bike. (12.00 )    * Dayikên şemiyê dê di hefteya 660'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "kujer diyar in winda li ku ne" berdewam bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan dê di hefteya 407'an de çalakiya "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "winda ben dîtin" çalakiya xwe berdewam bike. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan dê çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê di hefteya 295'an de berdewam bike. (13.30)    * Xebatkarên TV10 dê li Qada Galatasarayê di hefteya 59’an de çalakiya xwe berdewam bike. (14.00)    * Komîsyona Zarokan a ÎHD'a Stenbolê dê penala der barê mafên zarokan de pêk bîne. (14.00)    * Mor Dayanışma tarafından "Müfredatta, müftüde itaat, nikah olmaz" konulu panel Eğitim Sen Adana Şubesi'nde gerçekleşecek. (14.00)    * Meclîsa Jinan a HDP'ê dê çalakiya "Tecrîd dê winda bike azadî dê bi ser bikeve" panalê pêk bîne. (14.00)