Li Amedê 9 girtî tabûrcû bûn, tedawiya 27 girtiyan dewam dike 2019-05-29 16:14:37   AMED - 9 girtiyên piştî çalakiya greva birçîbûnê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl hatibûn kirin, tabûrcû bûn û dermankirina 27 girtiyan jî dewam dike. Hat diyar kirin ku li ser bertekên girtiyan, pêkanîna kelepçeyê hatiye sînordar kirin.   Tedawiya girtiyên piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 26’ê Gulanê de dawî li çalakiya xwe ya rojiya mirin û greva birçîbûnê anîn, dewam dike.    Girtiyên li girtîgehên Sergirtî ya Jinan û Tîpa D a Amedê di çalakiyê de bû, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl hatibûn kirin. 9 girtiyên ku tedawiya wan qediyan duh ji nexwşexanê hatin derxistin.   9 GIRTÎ BIRIN GIRTÎGEHÊ   Girtiyên ji nexweşxanê hatin derxistin Adnan Yigittekin, Ahmet Topkaya, Bahattin Demir, Ridvan Kaya, Mazlum Dilek, Cuneyt Aslan, Nimetullah Cinkiliç, Sercan Gumuş û Kumri Tokay, paşve birin girtîgehê.    TEDAWIYA 27 GIRTIYAN DEWAM DIKE   Navê 27 girtiyên ku tedawiya dewam dike wihane: Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez, Ergin Akhan, Evin Kaya, Ferhat Turgay, Hayati Uzmez, Hîlal Olmez, Kibriye Evren, Veysi Taşçi, Ahmet Îpek, Mazlum Teke, Mehmet Aksu, Mehmet Siddik Kivanç, Ramazan Yilmaz, Faruk Akbay, Firat Ertunç, Mahsun Saruhan, Recep Bal, Ahmet Tabu, Mehmet Polat, Servet Kaya, Saban Çelik, Mazlum Ekinci, Mehmet Sait Yigit, Numan Sinbag, Recep Ozkiliç û Servet Kiliç.   Li bendêye ku 19 girtiyên rewşa wan başe jî, ji nexweşxanê bên derxistin û bişînin girtîgehê.   Leşker, polîs û gardiyanan li ser bertekên girtiyan, pêkanînên xwe nerim kirin û dema girtî tên kontrolkirin, di korîdorê de digerin û pêdiviyên xwe pêk tînin, destên wan nayin kelepçe kirin. Lê dema girtî li ser cihan radikevin destên wan tên kelepçekirin.    PARLEMENTERAN HEVDÎTIN BI SERBIJÎŞK RE KIRIN   Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Salîha Aydenîz û Remziye Tosûn ku ji nêzve dermankirina  girtiyan dişopînin, îro bi Serbijişkê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê yê Gazî Yaşargîl Doç. Dr. Erkan Baysal re hevdîtin kirin. Parlementeran derbarê dermankirina girtiyan de aghî ji Baysal girtin.