Li Sêrte çolterên 2 tax û 2 gundan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin 2019-05-29 15:50:10   SÊRT - Çolterên 2 gund û 2 taxên navçeya Hewêl a Sêrtê, ji bo 15 rojan bi hinceta “Herêma Ewlekariya Teybet” hatin qedexekirin.   Herêmên çolterên gundên Meşelîk û Ardiçdali, taxên Aydinlar û Korucu yên navçeya Hewêl a Sêrtê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Teybet” hatin qedexekirin. Qedexeya hat îlankirin, dê ji 29’ê Gulanê, heya 12’ê Hezîrana 2019’an dewam bike.