Li Dersimê 6 zabita hatin binçavkirin 2019-05-29 15:16:29   DERSIM – Li Dersimê 6 zabitayên ku mudaxaleyî kesên ku xwestin qadeke cemaweriyê bi kar bînin kirin, hatin binçavkirin.   Li Dersimê cafeyekê xwest qadeke cemaweriyê ku li derveyî îhaleyê maye bi kar bîne, zabitayan destûr neda vê yekê û mudaxaleyî kesên ku xwestin vê yekê bikin kirin. Polisan destê 6 zabitayên ku mudaxaleyî xwediyê cafeyê kirin   bi pişt ve kelepçe kir û binçav kir. Polisan her 6 zabitayan bir Miduriyeta Polisan a Dersimê û piştî îfade girtinê 5 zabitayan berde û zabitayê bi navê Emrah Yilmaz jî bi hinceta ku biryara berdestkirina wî heye girtin.