Malbatên leşker û polîsên dîlgirtîne li Meclîsê HDP û CHP ziyaret kirin 2019-05-29 14:59:56 ENQERE - Malbatên leşkerên dîlgirtine, li Meclîsê komên HDP û CHP'ê ziyaret kirin. Malbatên ku xwestin Meclîs ji bo zarokên wan bikevin nava liv û tevgerê, randevû ji MHP û IYÎ Partî jî xwestin. Lê her du partiyan jî rendevû nedan.  Malbatên polîs û leşkerên ku HPG’ê ew dîl girtine, bi ÎHD’ê re civiyan û bangî raya giştî û dewletê kirin. Malbat, piştî daxuyaniya li ÎHD'ê çûn Meclîsê û xwestin bi rêveberiyên komên partiyan re hevdît bikin. Malbatên 13 leşker û polîsên dil girtî li Meclîsê, Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtûlan û Sarûhan Olûç ziyaret kirin. Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û endamê MYK'ê Racî Bîlîcî bi malbatan re tevgeriyan.     Malbatên ku li Salona Civînê ya Koma HDP'ê hevdîtinek ji çapemeniyê re girtî pêk anîn, xwestin ku parlamento ji bo zarokên wan bên berdan gav bavêjin.   Kurtulan û Olûç ên malbat guhdar kirin, ji malbatan re gotin ku ewê bikevin nava hewldanan.    HEVDÎTIN BI CHP'Ê RE JÎ KIRIN    Malbatan dûre, hevdîtin bi Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel re jî hevdîtin kirin. Malbatan ji CHP'ê xwest ku di vê mijarê de demildest bikevin dewrê. Ozel ê CHP'ê diyar kir ku çi ji destên wan were dê bikin.   MHP Û IYÎ PARTÎ RANDEVÛ NEDAN   Malbatan ji MHP û IYÎ Partî jî randevu xwestibûn, lê her du partiyan jî, bi hinceta "ne musaîdîn" randevu nedan malbatan. Malbat, dê di saet 14.30'an de bi Serokwekîlê AKP'ê Nacî Bostanci re hevdîtinê bikin.