Şaredariya Akdenîzê 227 karkerî ji Genel-İş'ê da îstifakirin 2019-05-29 12:45:28   MERSÎN - Hat ragihandin ku 227 karkerên ku li Şaredariya Akdenîzê dixebitin, ji Genel-İş'ê dane îstifakirin û li HAK-ÎŞ'ê dane qeydkirin.   Şaredariya Akdenîzê ku di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de ket destê AKP'ê, 227 karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) da îstifakirin. Hat hînbûn gefa 'Em ê dawî li karê we bînin' hatiye xwarin û li Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Hak (HAK-ÎŞ) hatine qeydkirin. Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Mersînê Kemal Goksoy têkildarî mijarê diyar kir ku li Şaredariya Akdenîzê 605 karkerên endamê sendîkaya wan hene û karkeran bi darê zorê ji sendîkaya wan dane îstîfakirin.