Dadger ji parêzer re got: Dawa te pir kurte 2019-05-29 12:34:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Di danişîneke li Edliya Anadolu ya Stenbolê hat dîtin de, dadger dawa parêzerek jin hincet nîşan da û got: “Dawa te pir kurte, em wêneyê wê bigirin û ji baroyê re bişînin.”   Di danişîna doza paşve girtina kar a li 2’yemîn Dadgeha Kar a Edeliya Anadolû ya Stenbolê hat dîtin de, nîqaşa “dawa te kurte” dinavber dadger û parêzek jin de derket.      Li gorî agahiya Parêzer Erdost Balci yê agahiyên girtekê di hesabê xwe yê medya civakî de parve kirin, dadger di dema danişînê de got ku dawa parêzer kurt û ev mijar ne li gorî parêzertiyê ye.    NÎQAŞA URF A PARÊZERTIYÊ    Parêzerekê dinava guhdarvanan de, got: “Li gorî min ev bi qada azadiyê ve eleqedare. Divê mudaxile neyê kirin.” Parêzerek din ê dinava guhdarvanan de jî got: “Li gorî urf û hiqûqa parêzertiyê ye.”    Dadger dûre, xwest wêneyê dawa kurt bikişîne û ji serokatiya baroyê re bişîne.    Parêzera jin li ser vê yekê sersiv da û got: “Ez naxwazim dawa min bê kişandin.”   Piştî nîqaşê, navbera danişînê hat dayîn.