UKB'ê paşde gav avêt: Kûrkût bi guleya pekiyaye hatiye kuştin 2019-05-29 12:10:16   AMED - Buroya Krîmînalê ya Neteweyî (UKB) ku di rapora xwe ya yekemîn de diyar kiribû ku Kemal Kûrkûr ne bi guleya pekiyaye, raste rast hatiye kuştin, paşda gav avêt û berovajiyê rapora xwe ya yekemîn, di rapora xwe ya duyemîn de parast ku Kûrkût bi guleya pekiyaye hatiye kuştin.    Kemal Kûrkût di Newroza sala 2017'an a Amedê de ji aliyê polisan ve hatibû kuştin. Di rûniştina doza Kûrkût a herî dawîn de 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji bo ku raporeke nû amade bike, rapora yekemîn a Buroya Krîmînalê ya Neteweyî (UKB) radestî UKB'ê kir. UKB'ê di rapora xwe ya duyemîn de berovajiyê rapora xwe ya yekemîn parast ku Kûrkût bi guleya pekiyaye hatiye kuştin.    NAKOKIYA DI NAVBERA RAPORAN DE   UKB'ê di rapora xwe ya destpêkê de berovajiyê rapora xwe ya duyemîn tespît kiribû ku Kûrkût rast e rast bi gule reşandinê hatiye kuştin. UKB'ê nakokiya rapora xwe ya duyemîn girêdayî daxwaza tespîtkirina gumanbar û neşandina dendika guleye, îşlikê guleyê, encamên rapora otopsiyê ya dadgehê kir. Di rapora duyemîn a UKB'ê de tê ragihand ku bi lêkolînên li ser rapora ku weke xwelî hatiye şandin ev encam derketiye holê.    ÇEKA HATIYE TEQANDIN    UKB'ê di rapora xwe de valaderxistina tespîtên Saziya Tipa Edlî ya ji aliyê Serokatiya Daîreya Krîmînal a Cendirmeyan û Laboratûvara Polisan a Krîmînal a Amedê ve hatiye kirin bi bîr dixe û destnîşan dike ku reng û dema teqandinê bi raporên navborî bi awayekî teqez hatiye tespîtkirin. UKB radigihîne ku Laboratûvara Polisan a Krîmînal a Amedê destpêkê çeka hatiye teqandin şaş tespît kiriye û di encama lêkolîna ku li ser daxwazê hatiye kirin laboratûvar şaşiya xwe rast kiriye. UKB'ê di rapora xwe de bi zimanekî teqez diyar dike ku Kûrkût ji aliyê gumanbar Y.Ş. ve hatiye kuştin û dinirxîne ku guleya ku ji aliyê gumanbar Y.Ş. ve hatiye avêtin ji erdê dipeke dikeve milê çepê yê Kûrkût û ji virê jî dertê dikeve bin pêsîra çepê ya ya laşê Kûrkût.   'TEQEZ JI ERDÊ PEKIYAYE!'   UKB'ê encamên ku di rapora xwe de gihîştiyê bi van hevakon vegot: "Weke ku berê jî di rapora UKB'ê de hatibû diyarkirin kesê gule berdaye Y.Ş e. Bi daxwaza duyemîn a 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, li ser mijara teqez çawa lêdanbûnê xebat hatine kirin û di encamê de kuştî bi teqandina guleya destpêkê ya ku ji demançeya Y.Ş derketiye û pekiyaye birîndar bûye. Bi dîmenên ku hatiye deşîfrekirin derketiye holê ku gula hatiye berdan diteqe û ji erdê dipeke ser kuştî û kuştî neyatiye hedefgirtin."   Di rûniştina dozê ya ku di 28'ê Sibatê de hatibû ditîn de UKB'ê berovajiyê vê raporê, ragihandibû ku Kûrkût bi rengê hedef hatiye girtin raste rast hatiye kuştin.