ÎHD: Girtiyên greva birçîbûnê di wesayîta rîngê de bi saetan bêav hiştin 2019-05-29 10:52:00 MERSÎN – Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê Parêzer Selçûk Bînîcî diyar kir ku girtiyên ku li Girtîgeha Tarsûsê ketine greva birçîbûnê, di wesayîta rîngê de bi saetan bêav hatine hiştin û got ku dê derbarê mijarê de serlêdana sûc bikin.    Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê ragihandin ku 133 girtiyên ku li Girtîgeha Tarsûsê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirine, rastî binpêkirina mafan û biçûkxistinê hatine û tedawiya wan hatiye astengkirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê Parêzer Selçûk Bînîcî diyar kir ku têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin û wiha got: "Girtiyan destê wan kelepçekirî û li ser pêya tedawî kirine û paşê şandina girtîgehê. Rewşa girtiyên bi navê Dilbirîn Tûrgût, HatÎce Kaymak, Menal Temel, DÎlan Yildirim, Mûrat Karaaslan, Sûat Okûr û Denîz Ozdemîr xerab e. Niha girtiyên ku li nexweşxaneyê tên girtin tunene."   Bînîcî da zanîn ku girtî bi awayekî komî di wesayîtên rîngê de radikin nexweşxaneyan û ev tişt anî zima: "Girtiyên jin ragihandin ku bi saetan di wesayîtên rîngê de bêav tên hiştin û destûr nadin wan ku derkevin destava mezin û biçûk. Cendirme tundiya derûnî li girityan dikin. Li gorî agahiyên girtiyan, li nexweşxaneyê bijîjk bêyî ku girtiyan mieyne bikin dişînin girtîgehê û bijîjkên girtîgehê jî girtiyan mieyne û tedawî naikin. Girtiyên zilam roıja 27'ê Gulanê 8 saetan di wesayîtê rîngê bêav hatine hiştin. Girtî rastî memelê xerab hatine. Bijîjkan xwestiye serûma li girtiyan bixin lê girtiyan ev yek red kiriye nehatine tedawîkirin. Ji ber vê sedemê bi saetan di wesayîtên rîngê hatine hiştin."    'TEDBÎR NEGIRTIN'   Bînîcî destnîşan kir ku li ser hevdîtinên wan 17 girtî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê hatine kirin û ev agahî da: "Ji van girtiyan hinek ji wan 87 roj û hinek ji wan jî 142 roj di çalakiya greva birçîbûnê de mabûn. Tenê 3 girtiyên ku 142 roj di grevê de mabûn, mayî li wan dan. Girtiyên din jî tenê vekolînên wan kirin û wan li wesayîta rîngê siwarkirin û dan sekinandin. Piştî nirxandinên pisporê dahiliyê û heyeta odeya tabîban biryar hat dayîn ku tedawiya 7 girtiyan bê destpêkirin û ên din jî ji bo xwedîkirina bi dev şandin girtîgehê."   Bînîcî anî ziman ku li gel hişyarkirina odeya tabîban jî ji bo girtiyan tedbîrên tenduristiyê nehatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di asteke bes de personelên tenduristiyê nehatin peywirdarkirin, Em rewşa girtiyan dişopînin û ji bo vê yekê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan pêk tînin."   MA / Hamdullah Kesen