Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Divê wezaretên Dadê û Tenduristiyê bi me re tevbigerin 2019-05-29 10:30:13   ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê, divê mudaxileya bijîşkî teqez li nexweşxanê bê kirin û got: “Çalakgerên ku 150 roj di grevê de man, girîngeke ku li nexweşxanê bên dermankirin. Divê ku wezaretên Dadê û Tenduristiyê bi koordîneyî bi me re bixebitin.”  Piştî bi dawî kirina çalakiya greva birçîbûnê, têkildarî tedawiya girtiyan gelek binpê kirinên mafan ketin rojevê. Li hin girtîgehan girtî nehatin sewq kirin û girtiyên ku sewqî nexweşxaneyan hatin kirin, piştî mînaka wan a xwînê hat girtin, paşve şandin girtîgehê. Ji bo maseya krîzê ya ji aliyê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristî (SES) ve li navenda Enqerê hat avakirin, gelek serlêdanên binpêkirinên mafan hatin kirin.    Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden derbarê van hemû tiştên hatin jiyîn de axivî.   ‘WEZARETA TENDURISTIYÊ AMADEKARÎ NE KIRIBÛN’   Erden, diyar kir ku dema grevên birçîbûnê bi dawî bûn, wan hewl da ku bi Wezareta Dadê, Miduriyetên Tenduristî yên Bajaran û rêveberiyên nexweşxaneyan re têkilî danin û wiha got: “Me ji wan xwest ku em bi awayekê koordîneyî bi hevre bixebitin û hin cihan ev daxwaza me qebûl kirin, lê hin cihan jî qebûl nekirin. Me dît ku piştî grevên birçîbûnê bi dawî bûn, mixabin Wezareta Tenduristiyê tu amakerî ne kiribûn. Hatiye plankirin ku vê pêvajoyê di girtîgehan de temam bikin û girtiyan beyî sewqî nexweşxaneyan bikin li girtîgehan derman bikin.”   ‘MUDAXILEYA DEST PÊ KÊ DIVÊ LI NEXWEŞXANEYÊ BÊ KIRIN’   Erden, anî ziman ku piştî grevên birçîbûnê, divê mudaxileya bijîşkî teqez li nexweşxanê bê kirin wiha bilêv kir: “Ji bo vê gelek krîter hene. Ji bo her çalakgerekê divê nirxandinên cuda bên kirin. Pêkanînek standart tuneye. Bi taybetî ez dixwazim vê yekê bêjim, kesên ku 150 rojan di greva birçîbûn û rojiya mirinê de man, sewqên wan ên nexweşxanê pir cîdî û krîtîke. Teqez divê bên sewqkirin. Bêguman dibe ku hin girtiyan paşve bişînin girtîgehan, lê divê bi biryara bijîşkan paşve bê şandin.”    ‘LI GIRTÎGEHÊ TEDAWÎ KIRIN LI DIJÎ MAFÊ MIROVANE’   Erden, da zanîn ku mudaxileya li girtîgehan dibe ku encamên ne baş bi xwe re bîne û wiha pê de çû: “Derbarê grevên birçîbûnê de tecrûbeyên xerab ên Tirkiyeyê hene. Di salên 2000’an de ji ber endamên şaş ên tedawî kirinê, nexweşiyên mayîn de di bedena mirovan de man. Divê ev  li ber çavan bên giritn. Ne mimkunek ku tedawî di şert û mercên girtîgehê de bên kirin. Li girtîgehan tedawî kirin, li dijî mafê mirovane.”    ‘AGAHIYÊN BINPÊKIRIN MAFAN GEHIŞTIN ME’   Erden, dest nîşan kir ku ji gelek girtîgehan agahiyên binpêkirinên mafan hatin û wiha rêz kir: “Bi taybetî li girtîgehên Şakran, Tekirdag, Mêrsîn, Riha û Patnosê binpêkirinên zêde çêbûn. Derbarê tedawî kirina girtiyan de pirsgirêk derketin. Girtî bi kelepçeyan hatin muayene kirin. Sewqên girtiyan di ringan de hatin kirin û xwarinên bi ava firîngiyan dan girtiyan. Derbarê pirsgirêkan de me hewl da em hevdîtinê bi saziyên peywendîdar re hevdîtin bikin. Wezaretê têkildarî mijarê nexweş hevdîtin bike. Me hewl da em bi midûrên nexweşxaneyan û girtîgehan re bikevin nava têkiliyan. Lê ev kêm ma. Berî ku pirsgirên mezin derbikevin holê divê, divê bi awayekê tendurist vê pêvajoyê temam bikin. Ji bo vê jî divê ku wezaretên Dadê û Tenduristiyê bi koordîneyî bi me re bixebitin.”   MA / Bêrîvan Altan