Qeyûmê Cizîrê ji bo 'meaşê' xwe yê 15 rojan şaredarî da ber îcrayê 2019-05-29 09:14:30   ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrê ku 220 milyon TL deyn xist stuyê şaredariyê û tevî avahiya şaredariyê gelek mal û milkên şaredariyê dewr kirin, diyar kir ku di navbera 15-31'ê Adarê de meaşê wî yê 15 rojan nehatiye razandin û ji ber vê şaredarî da ber îcrayê.    Qeyûmê Cizîrê Qeymeqam Faîk Arican, piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP bi rêjeyeke bilind şaredarî bi dest xist, peywira wî bi adwî bû. Lê belê Arican, bi hinceta meaşê wî yê 15 rojan nehatiye razandin şaredarî daye ber îcrayê. Li gorî agahiyên bi dest ketin, çend roj berê midûrê karên nivîsê yê qeymeqamtiyê li şaredariyê geriyaye û ji rayedaran xwestiye ku meaşê Arican ê di navbera 15-31'ê Adarê de bê razandin. Lê ji ber şaredarî pere ranzezandiye bi îmzeya Qeymeqam Arican teblîzat ji şaredariyê re hatiye şandin.    Di teblîxatê de qeymeqam gotiye, demildest bila meaşê wî yê 15 rojan bê razandin.    Piştî vê teblîxatê bi Şaredariya Cizîrê jî bi îmzeya Hevşaredar Mehmet Zirig bersiv da û di bersiva xwe de diyar kir ku ji ber rewşa aborî ya şaredariyê nebaş e, meaş nehatiye dayîn.    Li ser vê qeymeqam serî li Daîreya Îcrayê ya Cizîrê da û şaredarî da ber îcrayê. Piştî serlêdanê daîreya îcrayê nivîsek ji şaredariyê re şand û ji şaredariyê xwest di nav 7 rojan de meaşê 15 rojan ku 6 hezar û 743,48 lîre ye bê razandin.