Midûra qeyûm amûr û alav li kamyonê bar kirin û birin 2019-05-29 09:13:45 MÊRDÎN – Dema qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hat kirin, navê "Komeleya Jin û Demokrasiyê" hat guherandin û navê "Navenda Piştevanî û Pêşxistinê ya Jinê" lê hat kirin û Sûltan Ozen wekî midûrê navendî hat tayînkirin. Derket holê ku Ozen amûrên navendê yên bi 180 hezar lîreyî ji budçeya şaredariyê hatine kirîn li kamyonê bar kiriye û biriye.  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hat kirin, navê "Komeleya Jin û Demokrasiyê" hat guherandin û navê "Navenda Piştevanî û Pêşxistinê ya Jinê" lê hat kirin û Sûltan Ozen wekî midûrê navendî hat tayînkirin. Derket holê ku Ozen amûrên navendê bi xwe re birine.    DEST DANÎ SER AMÛRÊN ŞAREDARIYÊ   Piştî Ozen ji peywirê hat girtin, li Navenda Perwerdehiyê ya Gel hat peywirdarkirin. Ozen, piştî ji şaredariyê hat derxistin hin kesên nasnameya wan nehat zanîn û polîsan dest danî ser amûrên şaredariyê. Ozen, malzemeyên risman, makîneyên dirûtinê, dolap, komputer, mase, kursî, televîzyon, sarinc, pêlîstokên zarokan û şofben ên li navenda jinê li kamyonekê bar kirin û birin. he rçend rayedarên şaredariyê fatûreyên amûrên hatin birin nîşan dan jî polîsan bi darê zorê amûr birin.    Piştî vê rayedarên şaredariyê dest bi lêkolînê kirin. Derket holê ku ev amûr di dema qeyûm de bi budêeya şaredariyê hatine kirîn lê belê wekî malên mîrî yên şaredariyê nehatine tomarkirin. Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP'î Mûrat Aslan, got: "Ev amûr bi budeçya şaredariyê hatine kirîn. Lê wexta me ji xebatkarên li vir apirsî dibêjin 'Wexta ez hatim wisa bû. Em nizanin berpirsiyarê evan amûran kî ne.' Yanî şaredariyê wekî dikanekê, bi mantiqa dikandariyê bi rê ve birine."    Aslan, diyar kir ku wan lêkolîn kiriye û ji bo amûrên hatine birin 180 hezar lîre pere ji qaseya şaredariyê hatiye xerckirin û got: "Amûr bi awayekî hatin xespkirin. Li vira du wênegir jî hatine nivîsandin. Lê me tenê yek dît. A din nexuyaye."    Hevşaredar MulkiyeEsmez jî diyar kir ku wan serî li rêyên hiqûqî daye û doza amûrên hatine birin dikin.    MA / Ahmet Kanbal