DAIŞ'ê li Dêra Zorê 20 sivîl qetilkirin 2017-11-17 17:46:57       DÊRA ZOR - DAIŞ'ê li dijî sivîlên Dêra Zorê komkujiyeke din pêk anî. Di komkujiyê de herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.    Li Dêra Zorê, DAIŞ'ê li dijî sivîlan êrîş pêk anî. DAIŞ'ê li gundê Feracê ku di navbera şîrketên Cefra û Konika de ye, wesayiteke bombebarkirî di nava sivîlan de teqandin. Di teqînê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 30 sivîl jî birîndar bûn.    DAIŞ'Ê DI 4'Ê MIJDARÊ DE 200 SIVÎL QETILKIRIBÛN   Di şeva 4'ê mijdarê de DAIŞ'ê li dijî sivîlên Dêra Zorê êrîşa komkujiyê pêk anî. Sivîlên ku ji bomberdûmana balafirên şer ên rejîmê û ji êrîşên DAIŞ'ê reviyan û berê xwe dan herêmên QSD'ê, careke din bûn hedefa DAIŞ'ê. Li herêma navbera Konika û Cefrayê, sivîlên ji Dêra Zorê hatibûn dema ku di benda kontrolê ya QSD'e re derbas dibûn, DAŞ'ê wesayiteke bombebarkirî di nava wan de teqand. Di teqînê de agir bi 20 wesayitên ji Dêra Zorê hatibûn û sivîl tê de bûn ket. Li gorî agahiyan nêzî 200 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan.