Girtiyên Siwêregê berî ku tedawiya wan temam bibe birin girtîgehê 2019-05-28 15:09:37 RIHA - Hat diyarkirin ku 13 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê dimînin, berî ku tedawiya wan a li nexweşxaneyê temam bibe, birine girtîgehê.    Sewqa girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê û Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dimînin a nexweşxaneyan didome.    Hat diyarkirin ku 13 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê dimînin, berî ku tedawiya wan a li nexweşxaneyê temam bibe, birine girtîgehê. Dîsa hat ragihandin ku tedawiya 13 girtiyên ku li heman girtîgehê dimînin nehatiye destpêkirin. Odeya Tabîban a Rihayê diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê girtiyekî ji sedyeyê ketiye û birîndar bûye û têkildarî mijarê dê bi Serbijîjkiya Nexweşxaneyê re hevdîtin bikin.    GIRTIYÊN RAKIRINA NEXWEŞXANEYAN   Heta niha ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 40 girtî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Eyûbiyeyê ya Rihayê hatine kirin û piştî tedawiya wan hatiye kirin careke din birine girtîgehê. Li ser daxwaza girtiyan dê 160 girtî jî di rojên pêş de sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Girtiyên ku sewqa wan nexweşxaneyê hatiye kirin navê wan wiha ye: "Omer Ceylan, Mahmût Tûtal, Îsmaîl Kaya, Suleyman Devîren, Hafzûllah Kaçmaz, Mûhammed Alî, Cesîm Karataş, Seracettîn Yuksekbag, Abdûlhakîm Eşiyok, Mehmet Resûl Oztop, Ferhat Çîftçî, Mûhammed El Ahmed, Cafer Sabar, Bûrhan Eglentî, Mahmût Sevîk, Îsmaîl Taşar, Zubeyîr Paksoy, Cahît Ok, Hakan Ergun, Derya Ren, Leyla Akça ve Asûman Yaman."    hat hînbûn rewşa girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê hatine kirin baş e.