ÎHD: Girtî bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin 2019-05-28 13:50:53 EDENE - ÎHD'ê diyar kir ku li Edene, Osmaniye, Antalya û Alanyayê girtî bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê diyar kir ku çalakgerên greva birçînbûnê yên ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê çalakiya xwe bi dawî kirine, sewqê wan ên nexweşxaneyan tên kirin.   Komîsyonê ragihand ku li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê 8 çalakgerên ku çalakiya xwe bi dawî kirine, kotrolên wan ên tenduristiyê li girtîgehê hatine kirin û li ser hewldanên wan sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.    HATIN SEWQKIRIN   Komîsyonê di berdewamê de ev agahî parve kirin: "Di 26'ê Gulanê de li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê bi girtiyan re hevdîtin hat kirin. Lê sewqê wan nehatibûn kirin. Hat ragihandin ku ji girtiyan rewşa Mikaîl Pelît û Mehmet Kizaci  giran e û xwîn vedireşin. Li ser hevdîtinên ku me bi dozgerê girtîgehê, bijîjkê girtîgehê û rêveberiya girtîgehê kir, dê îro sewqî nexweşxaneyê bên kirin. Li aliyê din girtî Abdûlkadîr Baybars nêzî salekê ye li hucreya yek kesî dimîne û 140 roj in di greva birçîbûnê de bû. Duh bijîjkê girtîgehê tehlîla xwînê ya girtiyan girt û îro sewqên wan çêbike. Di 26'ê Gulanê de bijîjk girtiyan mieyne nekiribû.  Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve menuyek teslîmê girtiyan hatibû kirin. Piştî hevdîtina me ya bi dozgerê Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê re ku Odeya Tabîban a Edeneyê jî tevlî bû, di 27'ê Gulanê de girtî sewqî nexweşxaneyan hatin kirin." Komîsyonê ragihand ku şopdarê rewşa tenduristiyê ya girtiyan e û timik bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan pêk tînin.    ANTALYA   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Antalyayê jî destnîşan kir ku çalakgerên greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya û Antalyayê bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Komîsyonê ev tişt got: "Rewşa çalakgerên greva birçîbûnê Gûrbet Ozturk û Hacîre Çay ku demeke dirêj e di grevê de bûne giran e. Rodiyên wan xwînî dibin, birîn di devê wan de çêdibin û laşê wan radigire. Tedawiya wan li nexweşxaneyê didome. Li Girtîgeha Alanyayê jî girtî bere bere sewqî nexweşxaneyê tên kirin. Hevdîtinên me yên bi rêveberiya girtîgehê re didomin."