Li Rihayê niha jî ‘îşkenceya bêşop’ 2019-05-28 13:46:35 RIHA - Hat diyar kirin ku li Rihayê, îşkeceya ku ev heftiyeke di rojevê de ye, li dijî 28 kesên dema binçavkirina wan hat dirêjkirin, didome. Li gorî agahiyên parêzerên hevdîtin bi kesên dibin çavan de re pêk anî, çewalan dixin serê kesên binçav kirî, îşkenceyên şopa wê nemîne tên kirin û dengên îşkenceyê bi jinan didin guhder kirin.  Hat diyar kirin ku îşkenceya li kesên piştî pevçûna di 18’ê Gulanê de li navçeya Xelfetî ya Riha rû da hatin binçavkirin hat kirin, dewam dike. Ji 51 kesên li Taxên Tut û Qoser ên Hewag û Taxên Sirataşlar û Dêrto yên navçeya Helfetê yên hatibûn binçavkirin, dema binçavkirina 28 kesan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin.    ÇEWAL DIXIN SERÊ WAN   Li gorî agahiyên parêzerên di 26’ê Gulanê de li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Riha, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin, îşkence hîna jî dewam dike. Parêzeran, diyar kirin ku polîsan welatiyê bi navê B.A. yê dibin çavan de, di bin navê “Hevdîtinê” de çend caran birine odeya nezaretxanê û polîsan li vê derê çewal xistine serê wî.      ÎŞKENCEYA ŞOP NABÎNE DIKIN   Agahiyên B.A. dayîn parêzeran wihane: “Di dema lêpirsînê de, polîsan kulm li cihên min ên nerim dan ku şopa wê çênebe. Bi vî awayî ez derp kirim. Amûrekê ceyranê yê di destên wan, dan hemû canê min û organê min ê zayendî. Du caran bi mendîlê gewriya min şidnadin û min nekarî nefes bigirim.”   ÎŞKENCÊ BI JINAN DIDIN GUHDAR KIRIN    Parêzeran, dan zanîn ku îşkenceya derûnî li jinên dibin çavan de dikin û wiha gotin: “Polîsan dengên îşkenceyê yên li endamên malbata Alakûş kirine girtinê qeydê û bi hevjînên wan didin guhdar kirin.”   Li aliyê din şopên îşkenceyê yên li kesên dibin çavan de hatibûn kirin, hîna jî xuya dikin.     MA / Erdogan Alayumat