Baroya Riha: Dozger derbarê işkencê dê lidipirsin dest pê kiriye 2019-05-28 12:13:07 RIHA - Serokê Baroya Riha Abdullah Oncel, diyar kir ku wan muamelaya xerab û îşkenceya li Xelfetî ji Serdozgeriya Komarê re ragihandin û got: “Dozger got ku wan di vê mijarê de, ji bo lêpirsînê dozgerek erkdar kirine.”  Li Taxa Dêrto ya Xelfetî ya Rihayê, di 18'ê Gulanê de, di navbera leşker û HPG’iyan de pevçûnekê rû da. Di pevçûnê de alîkarekê komiser û bi dîaya HPG’ine 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn. Piştî pevçûnê li Taxa Tute û Qoser ên navçeya Hewag û taxên Sirataşlar û Derto yên navçeya Xelfetî di serdegirtinên malan de 51 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, li malên xwe heya qereqola cendirmena û Şaxa TEM’ê ya Rihayê rastî îşkenceyên giran hatin. Îşkenceya li welatiyan hat kirin, di wêneyên hatin kişandin û raporên nexweşxaneyê de jî derket holê.    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ku ji destpêkê ve bûyer dişopîn, derbarê pêşketinan de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    ‘ME DÎT KU ÎŞKENCE HATIYE KIRIN’   Oncel, diyar kir ku piştî bûyerê ewil 47 kes hatin binçavkirin û wiha got: “Çawan ku me binçavkirin bihîstin em çûn Şaxa TEM’ê. Bi hinceta biryara sînordarkirina parêzeran a 24 saetan, destûr nehat dayîn ku em van kesan re hevdîtin bikin. Li Şaxa TEM’ê polîsan em asteng kirin. Li ser vê yekê me serî li Serdozgeriya Komarê û saziyên din da û hevdîtin pêk anî. Agahiyên cîdî yên kesên dibin çavan de rastî îşkeceyê hatine hebûn. Em jî li ser vê yekê ketin nava liv û tevgerê.    ‘DEMA BINÇAVKIRINAN DIRÊJ DIKIN’    Oncel, da zanî ku li Qereqola Cendirme ya Yaylak kesên dibin çavan de bi paşve kelepçekirî devdekî li erdê dirêj kiribûn û wiha bilêv kir: “Ji xwe piştî wêneyê wan di çapemeniyê de hat servîskirin, me fam kir ku rewş pir xerabe. Li ser vê yekê ez û endamên desteya rêveberiya min şev saet 00.30 ‘an çûn Şaxa TEM’ê. Me xwest em hevdîtinê bi kesên dibin çavan de ne re hevdîtin bikin. Dema me hevdîtin kir bi awayekê zelal me şopên îşkenceyê û mûamelaya xerab dîtin. Niha dema binçavkirina 28 kesan hatiye dirêjkirin. Em li bendêne ku di hefteyê de wan derxin edliyê.”    'DOZGER DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIRIYE’’     Oncel, dest nîşan kir ku wan îşkenceya li Şaxa TEM’ê ji Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re ragihandin û wiha pê de çû: “Di hevdîtina bi dozger re, dozger got ku wan di vê mijarê de, ji bo lêpirsînê dozgerek erkdar kirine û dest bi lêpirsînê kirine. Weke baroya Rihayê emê şopdarê lêpirsînê bin.”    ‘BILA KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ AVA BIKIN’   Oncel, di dewama axaftina xwe de xwest ku ji bo lêpirsîna bûyerê komîsyonek lêkolînê bê avakirin û wiha got: “Em bang li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), rêxistinên civaka sîvîl û mafê mirovan dikin ku bi lezgînî bikevin nav liv û tevgerê. Ger pêşiya îşkenceya li Rihayê hat jiyîn, neyê girtin, îşkenceyên tên kirin, dê li tavahiya welat belav bibe.”    MA / Erdogan Alayumat