'Peyama Ocalan cejnek zû bi me da jiyîn’ 2019-05-28 10:49:26 ÎZMÎR- Xwişka Abdullah Oral ê 152 rojan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê di greva birçîbûnê dam û piştî banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî, Meleknaz Oral, diyar kir ku peyama Ocalan cejnek zû bi malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de bûn da jiyîn.  Çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê yên li dijî polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin, piştî bang Ocalan a di 26’ê Gulanê de hat kirin, bi dawî bûn. Piştî daxuyanên hatin kirin, 13 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê di greva birçîbûnê de bûn, sewqî nexweşxanê hatin kirin.     Xwişka yek ji 13 girtiyên 152 rojbûn di greva birçîbûnê de û sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Atatûrk a Zanîngah Katîp Çelebî ya Îzmîrê hatin kirin Abdullah Oral Meleknaz Oral, li nexweşxanê li birayê xwe meze dike. Xwişk Oral diyar kir ku wê birayê xwe li nexweşxanê dît û rewşa wî başe.    ‘ME PEYAMA OCALAN LI BER ÇAVAN GIRT’   Oral, anî ziman ku peyama Ocalan ji bo hemû malbatên çalakgeran cejnek zû da jiyîn û wiha bilêv kir: “Ji bo hevdîtinê me duh destûr ji dozger girt. Dûre me hevdû dît. Girtî li qawîşan hikûmxwaran tên dermankirin. Rewşa birayê min başe. Silav ji hemû kesan re şand. Bi taybetî jî silav ji dayîkan re şand. Birayê min got ‘Berxwedan û biryardariya dayikan em ber bi serkeftinê ve birin. Me peyama Ocalan li ber çavan girt. Li gorî vê peyamê me dawî li çalakiya xwe anî.’ Ji roja ku birayê min anîne nexweşxanê û heya  niha av nedayîne. Ew jî neçar dimînin ku ji mislikê avê vexwîn. Moralê wî pir baş bû. Dema nû anîn nexweşxanê destûr nedan ku bijîşk mudaxileyê wan bikin û xwestin ku şandeyek serbixwe mudaxileyê wan bike. Ji ber ku şandeyek serbixwe tunebû, ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. Berî her tiştî diviya bû şandeyek serbixwe li nexweşxanê hebûya. Weke malbatan me dixwest ku çavê sêyemîn li nexweşxanê hebe.”   ‘ME CEJNA XWE ZÛ JIYA’   Oral, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li pêşiya me Cejna Remezanê heye. Lê me cejna xwe zû jiya. Ji bo me pêr cejin bû. Em ji pêr ve cejna xwe pîroz dikin. Ev jî di saya banga Birêz Ocalan de pêk hat. Bi taybetî dayika min pir keyfxweşe. Di vê berxwedanê de keda dayikan pir mezine. Emê tu carî baweriya xwe ya demokrasiyê winda nekin. Ez hêvî dikim ku em carek din van rojên reş û tarî nejîn.”   MA / Esra Solîn Dal