Evîn Kaya ya dawî li çalakiya xwe anî: Berxwedêran qezenc kirin 2019-05-28 09:35:14 AMED - Evîn Kaya ya 162 rojan di greva birçîbûnê de ma û piştî dawî li çalakiya xwe anî sewqî nexweşxanê hat kirin, diyar kir ku berxwedana wan bi ser ket û got: “Çi dibe bila bibe, berxwedêran qezenc kirin.”  Girtî Evîn Kaya, rojnameger Kîbriye  Evren û Hîlal Olmez ên di 19’ê Kanûna 2018’an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin û piştî sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê hatin kirin çalakiya xwe dewam kirin, piştî peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn.  Kaya, Evren û û Olmez ên 162 rojan di greva birçîbûnê de man, piştî dawî li çalakiya xwe anîn, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê  ya Gazî Yaşargîl hatin kirin. Malbatên Evren û Kaya guh serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û hevdîtin bi zarokên xwe re kirin.    ‘DESTÊN WAN BI CIYAN VE KELEPÇE KIRIN’   Bavê Evîn Kaya ya di 25’ê Mijdara 2018’an de hat binçavkirin û girtin yê ji Kopa Mûşê hat Amedê Kurban Kaya, piştî ku destûr ji dozger girt, nêzî nîv saetê hevdîtin bi  keça xwe re kir. Bav Kaya diyar kir ku morale keça wî pir bilind û wiha axivî: “Piştî ku destûr dan me, em çûn nexweşxanê. Pîr kîlo da bû. Di warê tenduristî de ne pir zê de baş bû. Keça min 162 rojan di greva birçîbûnê de ma. Destên wê bi ciyan ve kelepçe kirine. Gardiyenên jin û leşker li ber serê wê radiwestin. Refakatçiyan jî qebûl nakin.”    ‘DEWLETÊ HIQÛQA XWE BI CIH NE ANÎ’   Bav Kaya, da zanîn ku destê keça wê di pelepçeyê de tê darmankirin û wiha got: “Keça min ev 8 mehin di girtîgehê deye. Danişîna wê dewam dike. Niha ger dixwazin em bêjin hiqûq heye, divê kelepçeyên di destên girtiyên tên dermankirin de derbixin. Dewlet hiqûqa xwe bi cih nayîne. Ji xwe ji dest pê kê ve jî pirsgirêka me ew bû ku dewlet hiqûqa xwa bi cih nayîne. Ger dewletê hiqûqa xwe bi cih bi aniya, grevên birçîbûnê çênedibûn. Tecrîda bi salan çênedibû.”    KAYA: ÇI DIBE BILA BIBE BERXWEDÊRAN QEZENC KIRIN   Kaya, dest nîşan kir ku keça wî Kaya derbarê grevên birçîbûnê de ev payam da: “Divê berxwedanê de em bi ser ketin. Em rastî gelek zortiyan hatin û hîna jî rastî zortiyan werin. Lê çi dibe bila bibe, berxwedarên qezenc kirin. Divê hemû kes di pêvajoya têkoşînên pêş de, dest bidin hev û xwedî derkevin.”   ‘ROJA KU DAXUYANÎ HAT DAYÎN CEJNA ME BÛ’   Xwişka Kaya Mîzgîn Kaya jî, diyar kir ku her heftê ji navçeya Kopê ya Mûşê tê hevdîtina xwişka xwe û wiha got: “Xwişka min her roj li ber çavên min diheliya. Xwişka min bi baweriyek mezin ket greva birçîbûnê de. Çalakiya greva birçîbûnê bi berxwedaniyek mezin bi ser ket. Me hev dît û ez îro pir keyfxweşim. Ji bo hemû kesan silavê wê hebû. Diketina û henek dikir. Ji me re got ‘Di rojên pêş de cejna we ye, îro jî cejna me ye.’ Ji me re got dibe ku heya roja Çarşemê yan jî Pêncşemê wan paşve bibin girtîgehê.”    MA / Ruken Demîr - Omer Akin