ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-28 09:00:07 * Di sala 1994'an de 3 ferdên malbata Orhan û 5 ferdên malbata Bayram di bin çavan de hatin kuştin û di heman gorê de hatin veşartin. Her du malbatan ji bo xizmên xwe ji gora komî derxin gelek caran serî li rayaderan dan, lê belê hîn jî nikarin xizmên xwe ji gora komî derxînin. Adnan Orhan ku ji bo gora bavê xwe bi salan e tev digere, got her ku ew li ser heman gorê tên cem hevdu êşa roja ewil li wan peyda dibe.  * Bi tevkariya Rojnameya Mornîng Star û Sendîkaya Rojnamevanên Netewî li Tirkiye û Kurdistanê "Platforma Rojnamevana ya Ji Bo Demokrasiyê" hat avakirin. Armanca platformê ew e ku rojnamevanên li Îngiltereyê piştgiriyê bidin rojnamevanên li Tirkiyeyê bi talûkeyan re rû bi rû dimînin.    * Masîde Ocak û Îkbal Eren Yarici ku di binçavan de birayên wan hatin windakirin, 24 sal in heman qadê bi hev re têdikoşin û gotin: "Heta em aqûbeta windayên xwe hîn nebin, heta daxwaza me ya ji bo edaletê pêk neyê û heta em kiryarên wan nebînin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."    * Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ku birayê wê Ramazan Îmîr li Strasbûrgê 161 rojan di greva birçîbûnê de ma, ji bo çalakiya greva birçîbûnê û armanca wê got: "Careke din nîşan dan ku berxwedan serketinê tîne. Kesên ji bo heqîqetê israr kirin bi ser ketin."    * Evîn Kaya ya 162 rojan di greva birçîbûnê de ma û piştî dawî li çalakiya xwe anî sewqî nexweşxanê hat kirin, diyar kir ku berxwedana wan bi ser ket û got: “Çi dibe bila bibe, berxwedêran qezenc kirin.”    * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li Meclîsê koma civîna xwe ya heftane li dar bixe.   * Doza Jîtemê ya Qoserê dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. (11.20)    *Sewqên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bûn û piştî banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn ên ji bo nexweşxaneyan dewam dikin. (10.00-20.00)   * 7'emîn danişîna doza derbarê rojnameger Ziya Ataman ku ev 3 salin girtiye de hat vekirin, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin. (09.00)   * Danişîna doza darizandina nûçegihanê ETHA Alî Sonmez Kayar û 8 kesên din ku bi "Endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin, dê li 32'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dît. (09.30)   * Danişîna "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê' ku 205 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin, dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Marmara, ji bo ku rewşa hiqûqî, siyasî û bijîşkî ya piştî bi dawî kirina grevên birçîbûnê hatin jiyîn binirxîne, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)