Li Pîranê operasyona leşkerî 2019-05-28 08:46:41   AMED - Li taxên bejahiya Pîranê ji 23'ê Gulanê ve operasyonên leşkerî berdewam dikin û tê angaştkirin ku di van operasyonan de 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest daye.   Operasyonên leşkerî yên ku di 23'ê Gulanê de li taxên bejahiya navçeya Pîranê ya Amedê dest pê kirin, bi êrîşên hewayî berdewam dikin. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de li gundê Pîrajma, Yokûşlû, Xaçek, Herîdan, Şîngîrîka Jorîn û Tanekrayê yên bejahiya navçeyê dema deman şer û pevçûn dertên. Tê angaştkirin ku di operasyonê de 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê (ATK).